Govenda ‘Rûken’ li Moskowê xelat wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Adar 2024 - 00:09

Li paytexta Rûsya Moskowayê pêşbirka reqsê-govendê hate lidarxistin. Koma Govenda Kurdî 'Rûken' xelat wergirt.

Pêşbirka xelata Rûsyayê ya giştî ya reqsê ya Gelan ku 9’ê Adara 2024’an li paytexta Rûsya Moskowayê hate destpêkirin, li Qesra Çandê ya Zanîngeha Ragihandinê ya Rûsyayê hate lidarxistin. 80 komên reqsê tevlî pêşbirkê bûn. Gelek ji van koman di pêşbirkên navneteweyî de xelat wergirtine.

Ji pisporên Çand û Hunerê yên Federasyona Rûsyayê, jurîtiya pêşbirkê kirin. Ji serokatiya komîsyona koreografî ya Wezareta Çandê ya Moskowayê V. G. Şerşnev û ji serokatiya Beşa Reqsên Gel a Enstîtuya Çandê ya Dewletê ya Moskowayê Y. G. Derevyagîn serkêşiya jurîtiyê kirin.

Koma reqsê ya Kurd ‘Rûken’ beşdarî pêşbirkê bû û di beşa ‘folklorê’ de xelat wergirt. Koma ‘Rûken’ xwepêşandana bi navê “çîrokên Kurdan ên çiyayên Colemêrgê” nîşan da û ev pir hat ecibandin.

ANF/MOSKOW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.