‘Folklora Me’ cara 13’an derket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:24

Kovara “Folklora Me” ku bi dîrûşmeya “Zargotin pişt e, folklor her tişt e!” ku sê mehan carekê çap dike bû hejmara xwe ya 13’an careke din li pêşberî xwendevanan e.
Kovarê di nîvîsa edîtoriyê de ji bo hejmara nû gotiye;

“Di tûrikê me yê îcar de 22 nivîsên curbicur hene. Ji van nivîsan çar bi zaravayên kirmanckî, herçî yên mayî bi kurmancî ne. Ji nivîsên kirmanckî yek heye stranek e (deyir) ku beriya 30 salî hatiye qeydkirin û çapkirina wê bû nesîbê me. Dîsa berhevkariya Celîlê Celîl ya 34 sal berê li Rojavayê kiriye cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye. Di vê hejmarê de jî me du guhertoyan meseloka/çîroka ‘Pîrê û Dîko-Dîk û Pîrê’ li pey hev dan ku her yek ji wan li herêmeke cuda hatiye berhevkirin. Berhevkar Rêdî Seîdî hikayeteke gelêrî ya balkêş ji zarê Dengbêj Ayhanê Sipkî tomar kiriye û pêşkeşî me kiriye. Yûsif Hêşetî şêwirmend û şîretbêjê vegêranên gelêrî yê Hekarî û Behdînanê -Îsê Dêlan- ji nava toz û gemera jiyanê deraniye û bi me daye naskirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.