Ji mihrîcanekê wêdatir; Mihrîcana Govendên Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 00:35

  • Li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê îsal cara 36’an Mihrîcana Govendên Kurdistanê tê lidarxistin. Ew ê di mihrîcanê de gelek komên govendê derkevin hemberî temaşevanan û her wiha di hin waran ew ê xelat jî werin belavkirin.

M. ZAHÎT EKÎNCΠ

Mihrîcana Govendên Kurdistanê, ku di nav Kurdên dîasporayê de festîvala çand û hunerê ya herî dirêj e, îsal cara 36’an li bajarê Duisburgê yê Elmanyayê tê lidarxistin. Festîval dê di 7-8’ê Hezîranê de pêk were. Ji bilî Elmanyayê, ji Swîsre, Fransa û welatên din ên Ewropayê, 34 komên folklorê yên di bin sîwana Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) de xebatên çand û hunerê dimeşînin, dê di festîvalê de hunerên xwe nîşan bidin. 

Mamoste Ali Güler, ku gelek salan di komîteya festîvalê de hem wekî lîstikvan hem jî wekî mamosteyê folklorê kar kiriye, derbarê çalakiya îsal de agahiyên wiha parve kir: “Mîhrîcan dê bi kombûna hemû koman di 7’ê Hezîranê roja Înê saet di 09.00 de li Meydana Kuhtorê dest pê bike. Bi cilên otantîk û herêmî, meşeke kevneşopî ya mihrîcanê dê pêk were. Piştî meşê, dê girse ber bi salona Rheinhausen-Halle, ku pêşbirk lê tê kirin, bi rê bikeve. Di heman rojê de saet di 12.00’an de, 19 komên folklorê dê pêşandanên xwe pêşkêş bikin. Ji van koman, sê komên ku di rêzê de bin, roja din dê bi 15 komên din re di fînalê de cih bigirin.

Xelatên ji bo rêzgirtina keda govendgeran

Ali Guler diyar kir ku amadekariyên teknîkî yên festîvalê temam bûne û derbarê roja duyem de jî ev agahî da: “Wekî her sal, îsal jî ne tenê ji sê komên pêşî re, lê di warên lêkolînê, xelata juriyê ya taybet û cilan de jî xelat dê bên dayîn. Gelek hevalên me bi fedakarî ji bo derxistina nirxên çandî yên di bin metirsiya windabûnê de ne dixebitin. Ev xelat, hem ji bo rêzgirtina keda wan hem jî ji bo teşwîqkirina kesên din têne dayîn.” Juriya pêbirkê ji 9 kesî pêk tê. Ew ê 5 kes ji bo govendên gelêrî, 2 kes ji bo cilan û 2 kes jî ji bo muzîkê nirxandinan bikin.

Ne tenê pêşbirk e 

Ali Guler destnîşan kir ku mihrîcan ne tenê pêşbirk e û rola wê ya di parastina çanda Kurdî û veguhestina wê ji nifşên nû re bi van gotinan anî ziman: “Mihrîcan, çalakiyeke çandî ya pir girîng e ku 34 komên me yên li seranserê Ewropayê dixebitin, keda xwe ya salane li ser sehnê nîşan didin. Îsal jî dê govendên gelêrî yên ji herêmên cihê yên Kurdistanê hatine berhevkirin bêne nîşandan, hin govendên nû jî cara yekem dê ji gelê me re bên nasîn.”

Jin pêşengiyê dikin

Her wiha, Ali Guler bal kişand ser rola diyarker a jinan di pêvajoya festîvalê de û got ku piraniya avahiya koman ji jinan pêk tê. Guler got: “Hevalên jin di vê pêvajoyê de pêşengiyê dikin. Ev jî pêşketineke pir hêja ye ku rola jinê ya wekî hilgir û veguhezerê bîra çandî diyar dike.”

‘Veguhestina mîrasê erka me ya dîrokî ye’

Ali Guler, di dawiyê de bang li gelê li herêmê kir û got: “Em gelê xwe yê li Duisburg û derdora wê dijî vedixwînin ku bi cilên xwe yên herêmî beşdarî vê mihrîcana ku ew ê du rojan bidome bibin. Em dixwazin mêvanên me jî bibin parçeyek ji vê şahiya çandî. Veguhestina vê mîrateyê ji zarok û ciwanên me re, erka me ya dîrokî ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.