- Kovara hunerî, çandî û lêkolînî ya kurdên Anatoliyê Bîrnebûn hejmara xwe ya nû weşand. Di vê hejmarê da cih da nivîsên cûda-cûda ji gotar, hevpeyvîn, çîrok û helbestan.
Redaksîyona kovarê di vê hejmarê da daxuyanî da ku du hevkarên wan ên hêja wenda kirine. Redeksiyonê da zanîn ku Dr. Mem Xelîkan, Welatparêz, xebatkarê zimanê kurdî, şaîr û nivîskarekî kovara Bîrnebûnê yî bi qîmet bû û got: “Ji destpêka derketina kovarê heta dawî yek ji hevkarên herî aktîv bû. Di 21ê Tîrmehê 2025an de çû ser dilovanîya xwe.
Mecît Çiftçî jî di sala 1985an de wek penaber hat Swêdê û ji 1988an heta roja nexweşbûna xwe di Çap û Weşanxaneya APECê de kar dikir. Xebat û kedeka wî ya mezin di weşandina gelek kitêbên kurdî û kovara Bîrnebûnê de heye. Yek ji endamên damezrênerên Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn bû. Di 19ê Gulanê 2025an de çû ser dilovanîya xwe.”
Her wiha, wekî Prof. Dr. Haci Akman, Muzaffer Ozgür û Mehtab Îdelî bi lêkolînên xwe yên li ser çand û dîroka kurdî beşdar bûn.
Bîrnebûn di sala 1997an de li Elmanyê ji aliyê komek rewşenbîrên kurd ve hat damezrandin û piştî du hejmaran di bin Weşanxaneya APECê li Swêdê weşana xwe didomîne. Kovar 28 sal in xizmeta kurdî dike û armancên wê ev in:
-Lêkolîn û belgekirina dîrok, folklor û devoka kurdên Anatoliyê,
-Eşkerekirina çavkanî û agahiyên ku heta niha nehatine vekolîn,
-Veguheztina çavkaniyên devkî ji nifşên berê.
Kovara Bîrnebûnê yek ji platformên herî girîng ên çandî yên kurdî ye û bi taybetî li ser çand û dîroka kurdên Anatoliyê disekine. NAVENDA NÛÇEYAN