- Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêşberî temaşevanan e. Dilopê li ser meseleya aştiyê dosyayeke amade kiriye.
Kovara Dilopê wekî kovareke çandî, hunerî û polîtîka di sala xwe ya 8'an de bi hejmara xwe ya 38'an derket.
Di hejmara adar-avrêl 2025'an de bi ser navê "Daxwaza aştiyê çima xwe li temamê civakê napêçe?" amade kiriye. Di dosyayê de Umit Kivanç, Hakan Koçak, M. Ender Ondeş û Aydin Çubukçu axivîne.
Di çarçoveya dosyayê de Bulent Ulus ligel belgefîlmkar Umit Kivanç hevpeyvîn kiriye. Gotina ku rastiyê tîne ziman ji aliyê Kivanç ve hatiye vegotin: "Hindik kes hene ku eleqedarê jiyana bi hev re ne." Helbesta Vedat Turkali "Li bendîxanê strana aştiyê" hem tirkî, hem kurdiya wê hatiye weşandin ku kurdiya wê Latif Epozdemir wergerandiye.
Newroz û qedexeya li ser sinemaya Kurdî
Ji ber kovar rastî Newrozê hatiye du nivîs li ser Newrozê hatine belavkirin. Ji wan Yildiz Çakar bi sernavê "Newroz ne tenê mîrateyeke rabirdûyê, rêbereke pêşerojê ye" bi kurdî, Vecdi Erbay jî bi tirkî "Herkesin unutamadigi bir Newroz'u vardir" (Ê her kesî Newrozeke wî/ê ya ji bîr nake heye" nivîsiye.
Kazim Oz ku wê meha borî Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê qedexe danîbû ser fîlmê wî, ji bo kovarê axiviye. Nedim Rojhat Yeşilçinar ligel Oz axiviye. Ji hevpeyvînan Înan Yildiz jî ji Navenda Perwerdeya Gel bi rêvebira atolyeyê Leyla Îmamoglû re axiviye. Li navçeya Elkê li ser kevneşopiya honandinê atolyeyeke hatibû amadekirin, di vê çarçoveyê de hevpeyvin hatiye kirin.
Li aliyê din Fewzî Bîlge, Tayyar Ozbey, Herbert George Wells, Tahir Şilkan, Faik Ocal, Nevzat Onaran, Dr Hakan Mertcan, Emel Atakturk Sevimli, Haydar Ali Sancar, Dr Eskerê Boyik, Hazal Kar û Uygur Orhan bi nivîsên xwe ked dane vê hejmarê.
Her wiha helbestên Vedat Türkali, Selahattin Demirtaş, Pelşîn Piling û Yahya Kemal (Werger Firat Keklîk) di vê hejmarê de hatine weşandin. NAVENDA NÛÇEYAN