LEWerger cara 6’an derçû

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Gulan 2024 - 00:12

Hejmara 6’an a kovara LEWergerê hat weşandin. Kovara wergerê LEWerger ji 4 mehan carekê tê weşandin.Bi vê hejmarê, kovar du salan li dûv xwe dihêle.

Zimanê kovarê bi giranî kurmancî ye lê wergerên bi zazakî û soranî jî di kovarê de cih digirin.

Kovar 64 rûpel in û tê de wergerên gelek ji zimanên cîhanê tên weşandin. Çend zimanên wergera wan di vê hejmarê de cih girtine ev in: ingilîzî, fransî, almanî, îspanyolî, farisî, erebî, norwêcî û bûlgarî.

5 redaktor, 7 edîtor û li derdora 40 wergêr bi dilxwazî ji bo weşandina kovarê bi hev re dixebitin.

Lîjneya weşanê ya kovarê ji Yeqîn h., Miradê Miradan û Berfîn Huseynî pêk tê.

LEWerger li Ewrûpayê dikare ji MAKPirtûkê bê peydekirin.

Ji Dê bo Law - Mother to Son Langston Hughes (1901-1967)

Erê lawo, ez ê bêjim ji te re:

Jiyan ji bo min ne sêlmeke kristalî bû. Bizmar tê de bûn,

Û bi pîj û sîxik bû,

Û texteyên wê ji hev felişîbûn Û zemîneke şilfîtazî-

hin cî jê bê xalîçe bûn.

Lê dîsa jî tim,

Ez pê ve hildikişiyam,

Û digiham berbanîkên wê,

Û li qorziyên wê min çiv didan xwe, Û carinan jî rêya min derdiket tariyê Dera ku ronahî lê tune bû.

Ji ber wilo lawo, li şûn xwe nemeyzîne. Ji pêlikan venekişe

Lewra wê ev ji te re tiştekî sext be.

Niha qet nefeşkile-

Lewra hê jî ez pê ve me delalê min,

Hê jî pê ve hildikişim

Û jiyan ji bo min ne sêlmeke krîstalî bû.

Wergera ji îngilîzî: Azad Rêbiwar

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.