Muzîka gelerî ya Rojhilatê Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 24 Gulan 2023 - 05:59

  • Dieter û Nerthus Christensen di sala 1962’an de albûmeke bi navê “Kurdish Folk Music from Western Iran” li Rojhilatê Kurdistanê qeydkirine. Di albûmê de stranên Goranî, Soranî û Kelhorî hene. Alî Qazî yê ku metnên stranan wergarandine Ingilîzî, albûm li ser hesabê youtube yê Qazî Mihemed parve kiriye.

ARDÎN DÎREN

 

Li ser platforma youtube ez rastî albûmeke muzîka bi Kurdî hatim ku berê qet min lê guhdarî nekiribû. Navê vê albûmê ne bi Kurdî lê bi Ingilîzî bû. Diyar bû ev albûm ji destê biyaniyan derketibû. Zêde dirêj nekim, ez behsa albûma “Kurdish Folk Music from Western Iran” bikim. Nexasim jî strana Mihemed Mamlê ya bi navê “Behar” ku tê de dibêje, “bilbil şeydayê gulê bû” kir ku berê xwe bidim albûmê hemûyî û li stranên di albûmê de hemûyan guhdarî bikim. Piştî min li albûmê guhdarî kir, ji min re bû meraq û min xwest hîn bibim bê ka kê qeydên vê albûmê girtine. Bi vî awayî navên Dieter Chirestensen û Nerthus Christensen ketin ber çavên min û piştî lêkolîneke piçûk ez fêr bûm ku wan qeydên mûzîka vê albûmê di sala 1962’an de li Rojhilatê Kurdistanê kirine.  

Di albûma “Kurdish Folk Music from Western Iran” de stranên bi Goranî, Soranî û Kelhorî hene. Her wiha qeydên înstrumantel jî hene. Dieter Chirestensen û Nerthus Christensen di sala 1962’yan çûne serdana Rojhilatê Kurdistanê û li Mehabad, Kirmanşan, Seqiz û her wiha gelek bajarên din ên Rojhilat geriyane. Di albûmê de dengê Mihemed Mamlê, Hacî Hemedreş, Esker Tarzan û gelek stranbêj û dengbêjên din hene. Stranên di albûmê de bi meqamên cuda hatine gotin û naşibin hev. Yanî her stranek bi rengê xwe resen e jî.

Frank Gillis edîtoriya albûmê kiriye. Dieter û Nerthus Christensen jî deng qeyd kirine. Her wiha notayên stranan jî dîsa Dieter Christensen hazir kirine. Alî Qazî û Dieter Christensen, metnên Kurdî jî wergarandine Ingilîzî. Albûm jî li Labaratûara Qeyd û Arşîva Muzîka Gelerî, ji hêla Judy MecCulloh ve hatiye sererestakirin. Li gorî li ser bergê albûmê dinivîse, ev albûm di arşîva “Zanîngeha Indiana” de tê parastin û qeydên stranan ji wir hatine girtin.

Alî Qazî yê ku metnên Kurdî yên albûmê wergerandine Ingilîzî, albûma “Kurdish Folk Music from Western Iran” li ser hesabê xwe yê youtube yê bi navê Qazî Mihemed, parve kirine. Di bin her stranê de agahiyên derbarê stranbêjê stran gotiye û her wiha cih û sala ku deng hatiye qeydkirin jî xuya ye. Li bin hin stranan metnên stranan jî bi zimanê Ingilîzî cih digirin.

Çanda devkî baş nehatiye kifşkirin

Dieter û Nerthus Christensen nexasim jî di warê etnomuzîkolojiyê û antropoliyê de dixebitîn û di vî warî de lêkolîn dikirin. Ew etnomuzîkologên xurt bûn. Di dema lêkolînên xwe yên li Mezopotamyayê de, rêya dikeve Kurdistanê û pê dihisin ku çandeke qedîm li wir heye. Ew bi qeydên muzîkan, gotaran û her wiha bi fotografan bi vê çandê dadikevin û jê arşîveke xurt ava dikin. Dieter Christensen ne tenê li ser çand û muzîka Kurdî hûr dibû. Wî li Meksîka, Bosna Hersek, Norwec, Makedonya û gelek welatên din jî lêkolîn kirin. Lê wan digot, ti deverî bi qasî çand û rêûresmên Kurdan tesîra xwe li ser wan nehiştiye. Jixwe, ji bo xebatên xwe yên derbarê Kurdan de jî wan digot, “Me bi dawî nekir, nîvco ma. Xweşikiya çanda devkî ya Kurdan hîna jî baş nehatiye kifşkirin.”

 

Arşîv li zanîngehan tên parastin

Dieter û Nerthus Christensen ev arşîv li zanîngehan diparêzin û dikin ku weke materyalên zanistî werin hesibandin û nirxandin. Niha jî arşîva wan a muzîk û fotografan û her wiha xebatên wan ên antropolojiyê yên derbarê Kurdan de li Zanîngeha Columbia Beşa Etnomuzîkolojiyê û her wiha li “Berlin Phonogram Archive” tên parastin.

Dieter Christensen sala 2017’an li Berlînê wefat dike. Wî di navbera sala 1981 û 2001’ê de sekreteriya giştî ya “Konseya Muzîkê ya Gelerî ya Navneteweyî” ya ser bi UNESCO’yê bi rê ve bir. Her wiha wî kovareke bi navê “Traditional Music” jî derdixist û vê kovarê cih dida muzîkên dinyayê yên gelerî. 

 

Kurd nikarin xwe bigihînin arşîvê

Rojnamevan û lêkoler Luqman Guldivê jî dema bi karê arşîva Kurdan dadikeve û li ser arşîva Kurdan nivîseke bi navê “Karê arşîvê, Kurd û Cegerxwîn”* dinivîse behsa xebatên Dieter Christensen dike û ji bo wî dibêje,* “Weke nimûneya zehmetiyên berdestbûna materyalên arşîvan, em dikarin behsa mafên telîfê jî bikin. Etnomuzîkologê Elman Dieter Christensen Li Bakurê Kurdistanê ji 1958'an heta 1965'an gelek caran dengên muzîka dawetan, dengên derwêşan û înstrûmanên wan qeyd kirin. Wî her wiha li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî dengên muzîka Kurdan qeyd kirin. Di encamê de wî gelek meqaleyên -herî kêm 16 - zanistî ji kovaran û ansîklopediyan re nivîsîn. Lê qeydiyên deng ên ku ji bo van meqaleyan esas pêk tînin bi xwe, îro li xelkê venekirî ne. Arşîva Dieter Christensen -1'ê Adara 2017'an li Berlînê wefat kir-, ji ber ku piştî mirina wî, hîna peyman di navbera muzeyê û zarokên wî de temam nebûye û nehatiye îmzekirin, mirov nikare xwe bigihîniyê. Ji ber wê jî hîna li lêkoleran nehatiye vekirin. Muzeya ku arşîv lê ne, yanî  Ethnologisches Museum der Staatlichen Museen zu Berlin (Muzeya etnolojîk a Muzeyên Dewletê yên Berlînê ) qeydên wî yên deng û wêneyên wî li xelkê û lêkoleran venekirine. Lê mirov dibîne ku ev qeydî parastî ne, sinifandî ne û em dizanin ku hin şerîtên qeydiyê hatine dîjîtalkirin jî. Dengên qeydkirî, wêneyên girtî ne tenê yên Dieter Christensen in. Ew ên muzîkjen û dawetvaniyên Kurd ên salên 1958 ta 1965'an in jî. Lê ji bo ku kesên bêhtir elaqedarî muzîka Kurdî ne, yanî lêkoler yan jî muzîkolog û muzîkjenên Kurd nikarin xwe bigihînin vê arşîvê.”

* Luqman Guldivê: Karê arşîvê, Kurd û Cegerxwîn. Di PolitikArt a hejmar 294 de. 3´yê Tîrmeha 2021´ê.  

 

Ji bo guhdarîkirina albûma “Kurdish Folk Music from Western Iran” lînk li jêr in:

Bahare-Mamlê

Şor Mehmûd û Xatû Merzêngan - Şîr Alî

Qazelê Nalî - Derwiş Hemebor

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.