Koma Şahmaran a folklora Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Kanûn 2025 - 10:58

Li qada Desteya Çandê ya kantona Reqayê berhema yekemîn a Koma Şahmaran a Tevgera Çand û Hunera Jinên Hîlala Zêrîn hat pêşkêşkirin. Kom ji 13 jinên ciwan pêk tê û govendên kurdî pêşkêş dikin.

Der barê mijarê de, rêvebera tevgerê Mîdya Silêman got kom di 9'ê Mijdarê de piştî perwerdeyên demdirêj ên li ser govendên kurdî wekî yên herêma Amedê û yên herêma Wanê, hat avakirin.

Mîdya Silêman ji ajansa me re got wan ev nav ji çîroka Şahmaranê girtiye û xwest nîşan bidin ku jinên rastî zordariyê tên, ji nû ve serî hildidin.

Berhema yekemîn a komê govendeke ji herêma Wanê bû.

Di dawiya axaftina xwe de Mîdya Silêman got koma wan plan kiriye ku di çalakiyên çandî yên bê de beşdar bibe.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.