
Koma Jinan ya Rûmang ya Rojhilatê Kurdistanê li Silêmaniyê konserek da û di konserê çendî stranên folklorik yên Kurdî bi şêwazî nû pêşkeş kirin.
Îro li Hola Tewarî Şar ya Silêmaniyê, Koma Jinan ya Rûmang ya ji Rojhilatê Kurdistanê konserek da.
Koma Jinan ya Rûmang ku komeke hunerî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye û hatiye Başûrê Kurdistanê, ji heşt endaman pêk tê, ev konsere weke diyariyek pêşkeşê xelkê bajarê Silêmaniyê kir. Di konsera xwe de, Koma Jinan ya Rûmang deh stranên resen yên Kurdî, bi şêwazekê nû pêşkeş kir.
Rêvebera Koma Jinan ya Rûmang Mûna Munlay têkildarî koma xwe û konserê ji ajansa me re axivî û got; “Em weke Koma Mûzîkê ya Jinan a Rûmang, armanca me ji vê konsere ewe ku berhemên resen yên hunermendên navdarên Kurd, bi şêwazeke cuda û nû pêşkeş bikin û di heman demê de reseniya stranan biparêzîn.”
Her wisa Mûna Munlay got; “Tevî gelek astengiyên ku hene jî, jinên Rojhilatê Kurdistanê jêhatîbûna xwe parastine û her tim ber bi serkeftinê ve pêngav davêjin. Ev astengiyên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li pêşiya jinan hene, bûye sedem ku jînan bi bidestxistina serkeftinê de hîn zêdetir teşwîq bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ











