Huner bûye qada têkoşînê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 27 Mijdar 2025 - 01:45

SILAVA EBDUREHMAN / ANHA / QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çand û huner ji bo jinan bûne qada têkoşînê. Jin di vê qadê de xwe, berxwedana xwe û azadiya xwe îfade dikin. Êdî jin ne tenê şahid an jî temaşekera serhildana çand û hunerê, berovajî wê, ew êdî serhildanê li dijî tundiyê diafirîne.

Ji şano, heta bi muzîk û wênesazî, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku huner ne tiştekî temamker e, lê belê ew çek e ku nirxên mirovî ji zilmê diparêze.

Koma şanoyê ya "Jin Jiyan Azadî" ya Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li ser dikê rastiya jinan û têkoşîn wan a li dijî adet û kevneperestiyê bi rêya dîmenên dramayî, nîşan dide.

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî jin ji hemû qadan wergirtine û wan di afirîneriya jin de bi pêş dixe û armanc dike ku çanda civakî ya resen a ji dayikên pîroz û ji kultûra herêmê, biparêze. Îsal hejmara endamên Tevgera Hîlala Zêrîn nêzî 550 e. Di çalakiyên tevgerê de jî zêdetirî 2 hezar zarok ku li 100 komên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê yên hunerî hatine dabeşkirin, beşdar dibin.

Tevger ji 25 komên hunerî yên balkêş ên muzîk, şano û govendê pêk tê. Ji wan koman, komên govendên yên şehîd Sakîne, Stêra Zêrîn, Hêva, Êlîna, Delîla, Reyhan, Yusra, Elefteriya Avzem, Rama, Gulan Zelal, Viyan Soran, Avaşîn, Stêrk. Her wiha koma şano ya şehîd Darsê. Komên stranan koma Kulîlkên Efrînê, Çirav ,Gîtar, Govend, Sosin, Çivîkên Pêşerojê, Kulîlkê Kurdistanê, Silava û komên def û wênesaziyê.

Her komek bi rêbaza xwe peyama jina azad dide, hinek bi awaz, hinek bi tevger û hinek bi gotin û şanoyê. Di aliyê hilberîna hunerî de, îsal 8 stranên li ser azadî û berxwedan û jiyanê hatin çêkirin, ji wan: Tol Bazên Zagrosê, Şehîd, Cangoriyên Welat, Mehrosê, Berxwedana Şêxmeqsûd û Jina Sûrî.

Her wiha îsal festîvalek ji bo zarokan û çalakiyên cuda di dîrokên cuda de hatin lidarxistin, ji wan şahiye 8'ê Adarê û hemleya "Proşor ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan". Di aliyê pêşxistina behreyên de, Peymangeha Bilind a Huneran - Hîlala Zêrîn li bajarê Hesekê û Dibistana Niwêla ya Huneran a ku ji beşên lîstikvanî, wênesazî, keman, gîtar, tembûr û rîtmê pêk tê, hatin vekirin. Hejmara şagirtên dibistanê 75 e û beşek ji wan ên beşên wênesazî û tembûrê asta yekê bi dawî kir û derbasî asta duyê bûn.

Gundê jinan; Jinwar

Di wê çarçoveyê de Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê û Komîna Fîlm a Rojava 2 fîlmên li ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê, derxistin. Fîlma yekê bi navê "Jinwar" li ser gundê jinan û qonaxên avakirina wê û jiyana jinên tê de bû. Fîlm li gelek welatên Ewropayê hat pêşandan û bandoreke mezin li jinan kir, bi taybetî li Almanyayê. Ev jî bû sedema ku jinên nasyonal ên Almanyayê odeyekê ji xwe re ava bikin. Fîlm her sal di 25'ê Mijdarê de tê pêşandan.

Şîdete bêdengikî aşkere dikin

Fîlma din bi navê "Heval keça min" hîn nehatiye weşandin, ji derhêneriya Nadye Derwîş e. Fîlm li ser çîrokeke xeyalî ya ku li gorî rastiyê hatiye çêkirin e. Di fîlmê de bal li ser tundiya fikrî û siyasî ya li dijî jinan tê kişandin. Derhêner Nadye Derwîş wiha axivî: "Ji bo me huner ne tenê pêşandanek an jî karek e, lê belê ew wesîle ye ku em tundiya bêdengkirî aşkere bikin. Di berhemên xwe de em jinan xurt û xwedî îrade nîşan dide û ku çand dikare wan ji tundiyê diparêze."

Huner pireke ku digihîje azadiyê

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Bêrîvan Botan got ku huner zimanê jina azad û dengê wê yê li hemberî tundiyê ye û got: "Em hewl didin ji her jinekê re qadekê ava bikin ku tê de xwe îfade bike. Şano, muzîk û wênesazî ne tenê çalakiyên hunerî ne, lê belê ew qada berxwedanê ne û tê de jin ji bo civakekê tê dikoşe ku rêzê ji rol û azadiya wê re bigire.” Bêrîvan Botan diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi berfirehî li hemû deveran bidomînin ji ber ku ew hunerê wekî pira ku digihîje azadiyê dibînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.