Hafizeya govendên Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Çile 2024 - 03:30

  • Kampa Govendê ya ku TEV-ÇAND’ê di sala 2023’yan de li dar xist, hefteya çûyî roja Şemiyê bi dawî bû. Kamp di 22’ê Kanûnê de dest pê kiribû û li eyaleta NRW ya Elmanyayê pêk hatibû. Bi giştî 115 kesan di kampê de cihê xwe girt. Di nav van kesan de mamoste, namzetên mamostetiyê û xwendekar hebûn.

FIRAZ BARAN

Xwendekarên ku tevlî kampa govendê bûn, dersên weke “Cilûberg”, “Rîtm”, “Zanist û Huner” û “Govend” dîtin. Di dersa govendê de ji heşt herêman qederê 100 lîstikên govendê hatin nîşandan. Ew herêm jî ev bûn; Wêranşar, Gimgim, Amed, Botan, Qoçgirî, Riha, Agirî û Colemêrg. Di dersa “Cilûberg” de jî taybetmendiyên 50 cilûbergên ji hev cuda hatin şirovekirin. Ji xeynî dersên ku ji bo kampê hatibûn diyarkirin her wiha di warê çand û hunerê Kurdistanê de jî semînerên cur bi cur hatin lidarxistin.

Her wiha di kampa govendê de “Konferansa Govendê” jî hate lidarxistin. Mamosteyên ku beşdarî kampê bûn û li konferansê hazir bûn, behsa xebatên govendê yên li Ewrûpayê kirin û ji bo salekê plansaziyek dan ber xwe. Li gorî agahiyên ku konferansê ragihandine, li tevahiya Ewrûpayê qederê 50 komên govendê yên girêdayî TEV-ÇAND’ê hene. Ev komên govendê li seranserê Ewrûpayê dixebitin û bi qasî 800 şagirtên wan hene.

Xebateke girîng li ser çanda Botanê

Yek ji mamsoteyên govendê Weliyê Botî di dîwana konferansê de xebatên xwe yên ku ji 10 salan pêk tên, nîşanî beşdaran dan. Xebata ku Weliyê Botî hazir kiriye ji 500 rûpelî pêk tê û behsa çanda Botanê dike. Weliyê Botî di van xebatên xwe yên li ser govendê de reqsên govendê yên herêmê bi gelek awayan nirxandine û taybetmendiyên wan yek bi yek nîşan dane. Her wiha wî di vê xebata xwe de behsa erdnîgarî, stran, dengbêjî, çand û berxwedana herêmê jî kiriye. Wî wekî din êl û eşîrên herêmê jî ji bîr nekirine û ew jî li xebata xwe zêde kirine. TEV-ÇAND’ê ji bo vê xebatê malavahiya mamoste Weliyê Botî kir û da zanîn ku ew ê siberojê vê xebata mamoste weke pirtûkekê bidin çapkirin.

Govend hemû hatine qeydkirin

Di konferansê de mihrîcana govendê jî bi gelek hêlên xwe hate nirxandin. Dîwanê da zanîn ku mihrîcan ji bo belgekirina çanda Kurdî bi roleke girîng radibe. Komên ku beşdarî mihrîcanê dibin, beriya ku werin qebûlkirin, reqsa xwe ya govendê ya ku ew ê nîşand bidin, bi her taybetmendî û aliyê wê dinivisînin û wisa dişînin ji komîteya mihrîcanê re. Ji ber ku ev bi salan e mihrîcan bi vî awayî tê lidarxistin, ji sala 1987’an heta îro, gelek reqsên govendê bi awayekî niviskî hatine qeydkirin û weke belgeyekê tên parastin. Rêveberiya TEV-ÇAND’ê da zanîn ku ew ê van reqsên govendê yên ku her yek ji wan li deverekê tê parastin, li hev kom bikin û biweşînin da ku xelk hay ji van lîstikan hebe û jê sûdê bigire. 

Albûmek ji bo şehîdên şoreşger ên govendê 

Hin rêveberên TEV-ÇAND’ê ku me xwe gihand wan, bi rojnameya me re agahiyên bi vî rengî jî parve kirin: “Li Ewrûpayê nexasim bi avakirina HUNERKOM’ê, gelek xebatên çand û hunerî pêk hatin. Di encama van xebatan de hin nirxên Kurdî derketin holê û ew ji bo Kurdan pirr girîng in. Yek ji van nirxên girîng jî govend û xebatên derbarê govendê de ne. Li ser çanda govendê hin xebatên nivîskî yên berfireh hene ku niha didomin. Di siberojê de em ê bi rêya pirtûk û belgefilman, çanda govendê nîşanî xelkê xwe jî bidin. Me ev yek weke peywirekê daye pêşiya xwe. Gelek şoreşger hene ku berê li Ewrûpa, Rojava, Bakur û Tirkiyeyê di xebatên govendê de cih girtine. Piştî demekê, ev şoreşger tevlî nav refên gerîla bûne û li wir şehîd bûne. Em ê ji bo van şoreşgerên govendê jî albûmekê hazir bikin. Ji lewre şehîdên me rê nîşanî me didin. Hewce ye em ked û xebata wan derxin holê û nîşan bidin. Bi vî awayî em ê wan bi bîr bînin û bibîranînên wan wê her zindî bimînin. Heger ev xebat herin serî, em ê bi hêztir bibin.

Serbilindiya mamoste û şagirtan

Yek ji taybetmendiyên kampa govendê jî ev e: şagirtên ku çar salan perwerde dibin û di perwerdeya xwe de bi ser dikevin, sertîfîkaya mamostetiyê werdigirin. Di roja dawî ya kampê de gelek şagirtan bi kêfxweşî sertîfîkayên xwe girtin. Mamosteyên weke Weliyê Botî, Mustafa Lala, Yilmaz Beyazgul, Yasîn Boyroz û Pîro Galî bi salan perwerdeya govendê dan û wan bi kedeke mezin gelek şagirt gihandin. Di kampa par de tenê Yilmaz Beyazgul ne hazir bû wekî din hemû mamosteyên ku me navê wan hilanî, di kampê de hazir bûn. Şagirtên ku mamosteyan ew gihandibûn, di kampê de dersên govendê didan. Yanî mamosteyên ku em dikarin wan weke nifşê duyem bi nav bikin, zêdetir bûn li kampê. Wan mamosteyan ji dersa cilûberg heta bi dersa rîtmê, dersên xweşik dan şagirtan. Mamosteyên berê bi vê hewldana şagirtên xwe ku ew êdî bûne mamoste, gelek serbilind bûn. Her wiha kela cane mamosteyên nû jî rabû gava ku wan mamosteyên xwe li hember xwe dîtin. 

Ji bo bibîranîna Bager Nûjiyan

Kampa Govendê ji sala 1997’an heta îro bi awayekî rêk û pêk tê lidarxistin. Kampa Govendê her sal navê şehîdekî dineqîne û ji bo şehîdan bi bîr bîne, kampê li dar dixe. Kampa Govendê cara ewilî ji bo Şehîd Sarya (Nursen Înce) hatibû lidarxistin. Kampa Govendê ya sala 2023’yan jî ji bo bibîranîna şehîdê înternasyonalîst, mûzîkjen Bager Nûjiyan (Michael Panser) hat organîze kirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.