Govendên Kurdî û Ermenî gerandin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Îlon 2023 - 00:35

Mihrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî doh di roja xwe ya 4´an de bid awî bû. Pêr di çarçoveya mihrîcanê de li navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê de komên nû derketin ser dikê û hunerê xwe nîşandan. Koma Viyan Soran a ji Efrînê govendeke taybet bi herêma Agirî ya Serhedê pêşkêş kir ku rola jinan a di civaka Kurdan û parastina çanda gel de nîşan da. Her wiha koma El Tersax a Ermenî ya ji Hesekê jî govenda bi navê Zor Haysdan pêşkêş kir ku balê dibe ser yekitiya gelê Ermen. Heman komê govenda bi navê Karonî Kotcarî jî gerand ku li ser komkujiyên rejîma Tirk ên li dijî Ermenan û berxwedana gelê Ermen e. Komê her wiha govenda bi navê Harî Bar jî pêşkêş kir.

Koma Şehîd Ugab a ji navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê jî 3 berhemên taybet ên navçeyê (Rebeba Erebiye, stranên gelêrî û govenda çopî) pêşkêş kirin. Piştre koma Palmêra ya ji Reqayê û koma Şehîd Sînan a ji Kobanê hunerên xwe nîşan dan.

Di dawiyê de koma Tolhildan a ji Hesekê û koma Şehîd Rêwan a ji Tirbespiyê govendên Kurdî gerandin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.