23 kom dê govenda Rojava bigirin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 18 Îlon 2023 - 00:22

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî, Mihrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendê 3 salan hatibû taloqkirin. Niha mihrîcanê di gera xwe ya 6`an de li ser dika Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişloyê ji nû ve dest pê kir. Bi sedan kes ji pêkahteyên cihê yên kantona Qamişloyê tev li mihrîcanê bûn.

Destpêka mihrîcanê, komên beşdar, bi dirûşma “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e” ji pêşiya Navenda Aram Tîgran di nava kolana giştî ya bajarokê ta çerxerêya Şehîd Xebat a li Girkê Legê meşiyan. Komên beşdar, banga azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Piştre bi navê Komîteya Amadekar Koordînasyona Tevgera Kevana Zêrîn a Çanda Jinan, Mizgîn Çolaq got, bi lidarxistina mihrîcanê ew armanc dikin ku çanda herêmê biparêzin û çanda gelan bi rêya govendan vejînin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, projeya neteweya demokratîk û fedakariyên şehîdan, pêkhate bûn yek û serketinên bêhempa bi dest xistin. Wan xwe spart yekitiya çarenûsa hevbeş û çandên resen ên pêkhateyên herêmê.”

Mihrîcan diyarî Jîna Amînî kirin

Endama Rêveberiya Tevgera Mezopotamyayê Sumeye Mihemed jî mirhîcan diyarî ruhê Jîna Amînî û tevahiya jinên têkoşer ên şoreşê kir û got, “Bi yekitiya xwe em dê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin. Ji bo wê, em dê têkoşînê li her warî, mezin bikin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, gelek hunermend, mûzîkjen û mamoteyên govendê bi qeyda dîmenekî lidarketina mihrîcanê pîroz kir û hêviya serketinê jê re xwest.

Di roja yekem a mihrîcanê de, Koma Silava ya stranê ya ji Kobanê, berhemên xwe pêşandan. Her wiha Koma Şehîd Serhed a Helebê 4 govendên Efrînî bi navê “Çû, ben û govend”, “Gulnar”, “Gundê min” û “Sancî” nîşan dan.

Di dawiya roja yekemîn a mihrîcanê de, Koma Kevneşopî ya stranê, berhemên xwe nîşan dan û govend gerandin.

Mihrîcan bi giştî 4 rojan dewam dike. Komên beşdar dê berhemên xwe di van rojan de nîşan bidin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.