Şermola bi dosyaya ‘Êzîdî û Êzdiyatiyî’ derket

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 6 Hezîran 2022 - 21:03

  • Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî li Rojava derdikeve bi hejmara xwe ya 14’an dîsa silavê dide xwenînerên Kurdî û Erebî. 

Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî li Rojava derdikeve bi hejmara xwe ya 14’an dîsa silavê dide xwenînerên Kurdî û Erebî. 

Kovarê di vê hejmarê de di derbarê “Êzîdî û Êzdiyatiyî” yê de de dosyayek hazir kiriye. Wan bi vê dosyaya xwe xwestiye rasteqîniya Êzdiyatiyê raxînin ber çavan û her wiha pê re jî behsa ol û bawariyên wê bikin. 

Di hejmara 14’an de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê, hene. Hin beşên kovarê ev in:

Analîzên hizrî, dosyaya hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.
Ev hejmara kovar Şermola ji 262 rûpelî pêk tê û bi Kurdî û Erebî hatiye çapkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.