Serketina dayikeke Kurd
În 30 Kanûn 2022 - 04:27
- Fewziya Qiço ya 70 salî tevî ku qet dibistan nexwend, xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî kir. Wê tenê xwe fêr nekir her wiha bîranînên xwe yên zarokatiyê jî nivîsand û pirtûka xwe ya bi navê “Bîranînên jineke Kurd” çap kir. Fewziya Qiço niha jî hewl dide çîrokên ku dayika wê jê re gotine binivîse û bike pirtûk.
ROJ HOZAN/JÎNHA/QAMIŞLO
Dayika 70 salî Fewziya Qiço li navçeya Amûdê a girêdayî Kantona Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriye hatiye dinê. Fewziya jineke mîna hemû dayikên temen mezin ên vê civakê ku dibistan nedîtiye. Lê ev yek li hember hezkirina wê ya ji bo pirtûkan nebû asteng. Fewziya Qiço piştî 70’ê salan ji xeyalên zindî xwe hînî zimanê kurdî kir, gelek pirtûkên nivîskarên navdar xwendin û giha astekê ku ew bi xwe bibe dayikeke nivîskar û pirtûka xwe ya taybet çap bike. Wê xeyalên salan bi pirtûka xwe ya “Bîranînên jineke Kurd” pêk anî. Fewziya Qiço derbarê jiyan, berhemdarî û nivîskariya xwe de nirxandinan kir.
Bîranîn hebûn lê pênûs tine bû!
Fewziya Qiço destpêkê behsa zarokatiya xwe ya sûdewar kir û wan salan bi vî rengî bibîranî; “Dema ez behsa zaroktiya xwe dikim wisa ez bi kenekî şermok vê yekê tînim ziman ji ber min zaroktiyeke tijî tevger, lîstik û hezkirin li pey xwe hişt. Heya caran dibêjim min pareke mezin ji zaroktiya xwe girt. Di mala me de em zarokên dayika min hemû keç bûn, zarokên taxê hemû li me vedhewiyan û em dilîstin. Caran me acizî ji qeşmeriya xwe ji dayikên xwe çêdikir lê ez dikarim bêjim rojên herî xweş di jiyana min de bûn. Tevî wê kêfxweşiyê tenê hesretek di dilê min de hebû ku ez bikaribim bixwînim û binivîsim ji ber ne ez û ne tu zarokên wê demê yên keç nediçûn dibistanê. Wê demê dibistan, xwendin û zanist ji bo jinan kêm bû yan jî piranî tune bû. Bîranînên minî zaroktiyê tim li bîra min bûn, lê pênûs nebû binivîse û bîne ziman.”
Piştî 50 salî fêrî xwendin û nivîsandinê dibe
Fewziya Qiço piştî ku dizewice jî xeyala ku ew ê rojekê van bîranînên xwe binivîse nade paş û xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî dike; “Piştî ez zewicîm û zarokên min çêbûn, min xeyalên ti carî neda aliyekî. Her tim hevjînê min û zarokên min dema pirtûk dixwendin li ser pirtûkan di xewre diçûn, wisa min li wan mêze dikir û digot xweziya min jî bizanibûya bixwînim û wisa di xewre herim. Rehmetiyê hevjînê min ji min re got em te jî hîn bikin, wê demê kela canê min rabû. Hevjînê min ez fêrî tîpên kurdî kirim, di heman roja ku min destpêkir 31 tîpên kurdî ji min re rêzkirin da ku binivîsim.Rojane bi qasî du saetan min ev tîp dinivîsand û dixwendin. Dema hevjîn û zarokên min pirtûkên xwe dixwendin ji ber her êvar ev çandek bû di mala min de, min jî tîpên xwe datanîn pêşiya xwe û dîsa dixwendin. Rojekê min xwest ez ji xwe re hevokekê ji van tîpan avabikim, hevjînê min dema derbasî malê bû û dît min çawa ji xwe re hevok amadekiriye ji min re got dewam bike tu zû fêr dibî û tê bide pêşiya me. Min despêkê pirtûka Seydayê Tîrêj li pêşiya xwe vekir û hino hino min xwe hînî xwendinê dikir û pêre jî min dinivîsand. Min pir ji çîrokên vê pirtûkê hezdikir, hevjînê min jî morale min mezin dikir û kêfa wî pir dihat ku ez hîn dibim. Dema ez behsa vê yekê dikim temenê min zêdetirî 50 salî bû û wisa ez bûm xwedî pênûs. Xeyalên zaroktiyê berhemên siberoja min bûn.”
Ciwanên di pola xwe de matmayî dihêle!
Fewziya Qiçû serpêhatiyên xwe yên çûyîna Saziya Zimanê Kurdî ya piştî şoreşa jinê jî anî ziman û got; “Zarokên min dema didîtin ez dixwînim pir moral ji min digirtin û wisa di dibistanên xwe de serkeftî bûn. Li kêleka karê malê min dest ji hînbûnê berneda, zarokên minî keç tune bûn tenê 6 lawikên min hene ji bo wê piraniya karê malê li ser milê min bû. Di destpêka şoreşê de hevalekî lawikê min hebû, Mamoste Ferîdûn bû navê wî. Ji min re got biçe Saziya Zimanê Kurdî zanebûnên xwe pêştir bixe. Gotina wî ji min re maqûl hat, wê demê temenê min bi qasî 60 salî bû. Ez debasî refê bûm tu kes di temenê min de nebû hemû ciwan bûn. Wan ciwana ji min re gotin dayê tu jî hatî xwe fêr bike? Mamoste bersiv da û got ew nehatiye xwe fêr bike hatiye me fêr bike, ji ber ew mamosteya me ya mezin e. Ez pirr kêfxweşbûm ji vê qîmetê, min asta ziman serkeftî derbas kir û min nasnameya xwe ya saziyê jî girt. Ciwanên refa min matmayî man, ji ber min ji hemûyan bêhtir dizanibû bixwînim û binvîsim. Kurê min Sîrwan ji min hîn bûye û niha mamosteyê zimanê kurdî ye li Amerîka ye.”
‘Nikarim li xerîbiyê bimînim’
Fewziya Qiço dide zanîn ku wê bi pêşniyaza lawê xwe bîranên zarokatiya xwe nivîsandiye û got; “Di sala 2014’an de min ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da welatê Emerîka, ji xwe ez hemwelatiya wir bûm beriya şoreşê jî, ji ber lawê min li wir bû ez diçim Emerîka û dihatim Rojavayê Kurdistanê. Lê cara dawî ez çend salan li pey hev mam li Emerîka da ez dest bi nivîsandina pirtûka xwe bikim. Min hizrandinên xwe hemû komkirin, fikrandina min hebû ez pênûsa xwe bidim şixulandin. Lawê min pêşniyar kir ez nivîsên xwe bikim pirtûk û min wisa amadekariyên wê xelas kir û vegeriyam Rojavayê Kurdistanê û pirtûka xwe çap kir. Ez nikarim li xerîbiyê bimînim destê min ji civaka min nabe ji ber hemû kêfxweşiya jiyana min li vir e. Di hundirê pirtûka min de hemû bîranînên minî zaroktî heya roja îro min nivîsandine û navê pirtûka min jî ‘Bîranînên Jineke Kurd e’. Her wiha di hundirê wê de min behsa bîranîna şewata sînemeya Amûdê jî kir ji ber ez jî zarok bûm û yek ji şahidê wê bûyerê bûm. Dema bûyer qewimî ez 7 salî bûm. Li aliyê din berga pirtûka min jî hepriya dayikên Kurd e. Min xwest çanda me nîşan bidim bi vê yekê.”
‘Dixwazim her di nava pirtûkan de bim’
Fewziya şîreta xwe ya dawiyê li jin û ciwanên civakê kir, her wiha planên xwe yên dema pêş jî eşkere kir û gotinên xwe dawî kir: “Şîreta min ji hemû jin û ciwanan re ye ku dest ji xeyalên xwe bernedin. Emrê xwendin û nivîsandinê tine ye. Niha ez amadekariya nivîsandina pirtûkekê bi navê “çîrokên zaroktiyê”, dikim çîrokên ku dapîrên me ji me re digotin da ku ev pirtûkên wiha bibin mîras ji nifşên siberojê re. Min niha destpêkiriye heya ez bidawî bikim demek ji min re pêwîste. Her wiha ez dixwazim li ser rewşa şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî binvîsim. Min piraniya pirtûkên nivîskarên bi nav û deng weke Seydayê Tîrêj, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Xelîl Cibran bi wergera Kurdî xwendiye. Her wiha min gelek çîrok û roman jî bi zimanê Kurdî xwendiye. Ez heya niha jî xwendina pirtûkan têr nebûme û dixwazim her di nav pirtûkan de bim.”