Serkeftina Gel li Rêber Ocalan pîroz bê

Seevan SAEED nivîsand —

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:31

Dema ku medya ji wan dipirse, we dengê xwe daye kê, bi bihîstina bersivên xelkê Bakurê Kurdistanê çi dilê min xweş dike? We dengê xwe da kîjan partiyê? Di cih de dibêjin, me dengê xwe da xwe. Deng dan rûmeta me. Ev bi rastî ne tenê hevokek hêsan e ku ji dev derdikeve. Ew têkiliyek dirêj û mezin digel dozê xwe û bi heyecan û hesta aîdiyetê nîşan dide.

Li vir, ez naxwazim behsa hilbijartinê bikim. Ev yek bûyereke asayî û demkî ye ku bandoreke mezin li ser têgîna têkoşîn û morale gelên ku di vê maratona dirêj a azadiyê ya Kurdistanê de derbas bûne, nake. Weke hizirvanê radîkal ê Fransî, Ernest Renan jî dibêje, têkoşîna ji bo neteweyekê wek referandumeke rojane ye. Pêşniyara Renan bi giranî girêdayî komên bindest e û divê her roj û di her bûyerekê de xwe nîşan bidin. Xwe manifesto bikin.

Tevî hemû hîle û îstîsmara desthilatdariyê ya dewlet û desthilatdariya Tirk, têkoşîna Kurd û Kurdistaniyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj û di her bûyerekê de xwe dide nîşan. Erê, em fêm dikin ku Erdogan hêrs bûye û AKP û MHP’ê bajarên mezin ji dest didin û zû dest ji desthilatdariyê berdidin. Lê dîsa jî hêrs û xezeba wan wê hîna jî bê dudilî li ser gelê Kurd ferz bikin ku li ser tevgera azadiya Kurd û Kurdistanê hovane bikin. Hewl didin operasyona xwe ya leşkerî hem li ser başûr û hem jî li rojavayê Kurdistanê zêdetir bikin. Xuyaye Erdogan dixwaze wek faşîst û xwînmij performansa xwe ya siyasî biqedîne û wek Kenan Evren bimire. Gerçî şansê wî hebû ku bibe sedem ku aştiyê hebe û Tirkiye bibe cihekî xweştir ji bo jiyanê.

Li aliyê din hêviyek me ya mezin, derfetek mezin û tevgerek me ya bihêz heye ku dikare bi çalakiyên piralî bersivê bide her cûre zehmetiyan û deriyan ji bo têkoşînek çêtir veke. Ji aliyê siyasî ve, binêrin DEM partî,  tenê di vê hilbijartinê de çi kir. Ji aliyê leşkerî ve, binêrin gerîla her roj li çiyayên Kurdistanê çi dike. Di warê dîplomatîk de, binerin ka têkoşîna Kurdan çi bandor li ser her hesabên herêmî û heta navneteweyî yên li herêmê kiriye. Ya girîngtir jî, di asta sivîl û civakî de, binerin ku Kurd çawa xwe birêxistin kirin û mîna çiyayekî xurt li pêşberî faşîzm, bingehparêzî, hêzên tarî û paşverûtiyê rawestiyane.

Li vir ez dikarim bibêjim ku ev hemû guhartinên pozîtîf ji têkoşîna bêwestan a tevgera azadiyê ya fedakar ya me ye ku beriya 50 salan ji aliyê Rêber Ocalan û rêhevalên wî ve hatiye destpêkirin; tê. Êdî kes nikare vê têkoşînê înkar bike. Êdî kes nikare bandora Ocalan a li ser siyaset û civaka Rojhilata Navîn paşguh bixe. Ji bo hemû faşîst û bingehparêzên mîna Erdogan kabûsek e, her deqeyek tirsa vê tevgerê dixe dilê wan. Ji aliyê din ve ji bo hemû azadîxwazên herêmê û cîhanê her deqeyek hêviyêk dide. Ocalan û tevgera wî ya azadiyê Kurdistanê¨Êdi di mejiyê xelkê de ye. Ji ber vê yekê ez bi hêsanî dikarim bibêjim ku ev serketin dikare diyarî Rêber Ocalan  û rêhevalên wî were kirin. Ev diyariya rojbûna Rêber Ocalan e. Rojbûna Te pîroz bê Serok Ocalan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.