Muxatab DMME ye

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:33

  • Serokê CPT’yê Alan Mîtchell diyar kir bêyî destûra dewleta Tirk ew nikarin rapora  têkilî serdanê par ve kirin û got derheqê ‘eşkence û tehdeyê’ divê DMME tevbigere.

Serokê Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) a girêdayî Konseya Ewropayê Alan Mitchell, piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Brukselê, pirsên MH Haberê bersivandin.

Serokê CPT’yê Alan Mîtchell diyar kir bêyî destûra dewleta Tirk ew nikarin rapora  têkilî serdanê par ve kirin û got derheqê ‘eşkence û tehdeyê’ divê DMME tevbigere.

CTP li hêviya destûra Tirkiyê ye

Mitcehell dubare kir  ji ber ku Tirkiye destûrê nade, ew raporên xwe eşkere nakin û got: "Tirkiye wekî endameke Konseya Ewropayê, di Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) de dewleteke çalak e. Komîteyê, bi salan serdana Tirkiyeyê kir. Wekî çend sal berê CPT, di sala 2022'yan de jî serdana Îmraliyê kir. Me jî dixwest em raporên xwe bi awayekî zelal eşkere bikin û pêşî li muameleya xirab bê girtin. Rapor, ancax bi destûra welatên endam dikarin bên weşandin. Ji ber vê em komîte jî, ji bo eşkerekirina raporên xwe îstîşareyên xwe yên bi welatê têkildarî re didomînin."

Divê DMME tevbigere

Mitcehell bilêv kir ku ew wekî CPT raporên xwe berpêş dikin û di van raporan de carinan dibêjin "dibe ku êşkence yan jî muameleya xirab hebe" û got, "Ya divê ji bo vê tevbigere jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.