Ji bo azadiyê em bibin yek

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:43

'Nobeta Azadiyê' ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve dewam dike.

Nobedarên hefteya 618'an welatparêzên bi navê Fatma Hemo, Cemîl Mûhammed, Elyan Huseyîn û Ahmet Bagok in ku ji bajarê Munster ê Elmanyayê tevlî çalakiyê bûne.

Elyan Huseyîn anî ziman ku ji ber dîlgirtina 25 salan a Rêber Abdullah Ocalan ew tevlî çalakiyê bûne û got:"Her Kurdek, ciwanek, dayikek, mêrek, zarokek em dest bidin hev, bibin yek dil, bibin xwedî armancekê. Em vê hêvî dikin."

Cemîle Mûhammed jî diyar kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyan ew hatine Strasboûrgê û silavên xwe ji Îmraliyê re şand û got:"3 sal in em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe werbigirin. Em azadiya Rêberê xwe û azadiya gelê xwe dixwazin. Ji bo vê jî bi şev û roj li ser piyan e. Em ê her tim li qadan bin. Em ê ti carî nekevin." Cemîle Mûhammed nerazîbûn nîşanî qetilkirina Kurdan, talankirina cografya Kurdistanê û polîtîkayên serweriya li ser Kurdan da û destnîşan kir ku ew daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Fatma Hemo jî got:"Sê sal in em nizanin bê rewşa Rêberê me çi ye. Dijmin naxwaze em bibin yek. Em vê qebûl nakin. Em bibin yek. Hezar sal in dewlet zilmê li Kurdan dikin. Bila xwişk û birayên me yên Kurd bibin yek. Eger em nebin yek em ê nikaribin azad bibin. Binê xaka me bi şehîdan tijî ye; em xwedî li xwîna şehîdan derkevin. Em pişta xwe nespêrin dijmin. Em dest bidin hev û welatê xwe azad bikin."

ANF/STRABOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.