Perû êdî navê xweciyan qebûl dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:56

Perû êdî bi qanûnekê navên esil ên zarokên xwecîyên welêt diparêze.

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de bên nivîsandin. Li seranserê Perûyê 48 zimanên xwecî tên axaftin ku ji wan yê herî berbelav bûye quechua ye.

Pêşnûmaya vê qanûna ku bi navê Ley N.° 31986 e, ji aliyê parlamentoyê ve hat qebûlkirin. Armanca parlamentoyê ev e, bi qanûnê nasnava çandî û civakî ya gelên xwecî bê parastin. Hukumetê ji bo dêbav bikaribin navên esil ên zarokên xwe bikin fermî, beşekê li di Tomara Neteweyî ya Navlêkirin û Statuya Sivîl (Reniec) zêde kir.

Dê û bav ji îro pê ve wê bikaribin navên esil ên zarokan di Toma Berî niha, beşa navên ji bo zarokên xwecî di Tomara Neteweyî ya Navlêkirin û Statuya Sivîl de hatibû vekirin. Dêbavên xwecî dikaribûn li ser vê malperê navên esil ji bo zarokên xwe hilbijartana. Lê destûr nedihat dayîn navên hatibûn hilbijartin bi nasnameyan de bên nivîsandin. Tevî vê jî, hiqûqa heyî ya Perûyê mafên sereke yên ji bo wekhevîya zimanan misoger dike.

Mafên zimanên welatîyan ku tê de parastin û bikaranîn jî hene, di çarçoveya qanûnan de tên parastin.Perû welatekî li Amerîkaya Latîn e ku di nava sînorê wê de 48 zimanên xwecî tên axaftin. 3.8 milyon xwecî bi quechua û 450,000 kes jî bi zimanê aymara diaxivin. Perû welatekî li parzemîna Amerîkaya Latîn e û berûberê Okyanûsa Atlantîkê cih digire.

ÎNFOWELAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.