Divê TMK bê rakirin
Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:05
Parêzer Ozum Vurgun der barê pêvajoya hiqûqî de got: “Divê beriya her tiştî qanûna TMK’ê bê rakirin. TMK hiqûqa ceza dijmin datîne holê û bi eşkere dikare bê bikaranîn û kes li gorî îdeolojiya xwe dikarin bikar bînin. Ji ber vê divê di serî de ev bê rakirin.”
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9’ê Tîrmehê de koma ‘Aştî û Civaka demokratîk’ ya ji 30 kesî pêk dihat li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê çek şewitandin. Bi vê bangê re sererastkirinên qanûnî yên ji bo gerîla û girtiyan cihê xwe yê di rojevê de diparêze. Der barê vê de nîqaş didomin û nîqaşên komîsyona divê li meclîsê bê avakirin jî dimeşin.
Parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozum Vurgun der barê komîsyona divê li meclîsê bê avakirin de axivî.
Ozgum Vurgun got nêrîn û şîroveyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo aniye vê nokteyê û wiha vegot: “ Divê ev rewş li Tirkiyeyê bê dîtin. Komara Tirkiyeyê bi gotina Devlet Bahçelî gav avêt. Her tişt girêdayê çarseriya Rojhilata Navîn e. Abdullah Ocalan bi salan bû ev digot. Pirtûk derxist ji gel re aşkera kir. Divê dewleta Tirk van nirxandinan bibîne. Dewleta ku berê nêzî vê nedibû êdî qebûl dike.”
Ozum Vurgun di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Li dijî provokatîfên li girîgehan divê dewlet gavên cidî bavêje. Divê di qanûna ceza de guherîn bê kirin. Divê TMK bê rakirin. Ji bo vê jî divê komîsyonek hebe. Rawestandina provakasyonan wê piştgiriyê bide pêvajoyê. Ev jî bi avakirina komîsyonê pêkan e. Piştî komîsyonê divê elwehiya destûra bingehîn bikeve tevgerê. Divê pêşiya tevlibûna siyaseta demokratîk bê vekirin. PKK’ê gavên mezin avêt. Divê dewlet jî li hember vê bersiva xwe bide.”
JINNEWS/AMED/ŞEHRÎBAN ASLAN