Ji bo çareseriyê divê Ocalan azad bibe

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:15

Parêzer Yusuf Çakas diyar kir tecrîda li ser Ocalan derî hiqûqa navnetewî ye lê dewlet ji hiqûqê bêhtir li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin li masê weke qozekê dixebitînin. Parêzer Cemal Demîr jî destnîşan kir tecrîda li Imraliyê bêmînak e, diyar kirKurdan Ocalan weke nûnerên vîna xwe danîne holê û got divê Ocalan were berdan.

Endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) ya Amedê Yûsûf destnîşan kir tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêber Ocalan dijî hiqûqa navnetewî ye lê dewlet di mijara tecrîdê de ji hiqûqê bêhtir bala wan li ser berjewendiyê ye.

Hemû kirinên tecrîdê ne

Çakas diyar kir di rêziknameyê de nabêje,’’Ji bilî Ocalan hemû girtî dikarin bi telefonê biaxivin’’ û wiha domand:  “An jî ji bo hevdîtina bi parêzer re prosedureke wisa nîne. Cezayê dîsiplînê hebe jî ev nikare ji hevdîtina parêzer re bibe asteng. Hemû pêkanînên tên meşandin tecrîd û qutkirina têkiliya bi cîhana derve re ye.”

Tecrîd belav dibe 

Çakas ê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA)yê re axivî, bal bire ser pîvana siyasî ya tecrîdê û anî ziman ku bandoreke zêde ya tecrîda mutleq heye. Çakas, bi bîr xist ku bi hezaran girtî û mehkûmên ku ji malbatên xwe dûr ketine di nava tecrîdê de ne û ev tişt got: “Muayenekirina girtiyê nexweş ê 81 salî ya bi kelemçe îro nîşaneya tecrîdê ye. Hûn nikarin bi rêya tecrîdê fikrên kesekî asteng bikin.” 

Tecrîd weke qozekê tê xebitandin

Çakas, destnîşan kir divê daxuyaniya CPT’yê ya “Em bifikar in” rast bê xwendin û da zanîn ku di asta navneteweyî de bêdengiyek heye. Çakas, anî ziman di hiqûqa 

navxweyî ya Tirkiyeyê de jî tecrîd tune ye û wiha berdewam kir: “Tecrîd, di hiqûqa navneteweyî de jî nîne, lê di navbera dewletên Ewropa û Tirkiyeyê de weke qozekê her tim li ser masê ye. Divê saziyên navneteweyî gavên baş biavêjin.” 

Çakas, biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê ya ji bo Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku ji ber ev biryar nehate pêkanîn îro jî tecrîd tê nîqaşkirin. ‘’

Hinceta tecrîdê nema dibêjin jî

Parêzer Cemal Demîr têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalşan  ji ANF'ê re axivî û got mînaka tecrîda li Imraliyê li cîhanê nîne. Cemal Demîr got, "Her wiha mafên ragihandin, nameyan û mafên xwe yên din jî ji her alî ve têne binpêkirin. Ti carî ev maf li gorî qanûnan nehatine bicihanîn. Astengkirina hevdîtinan salên destpêkê bi hinceta 'rewşa nebaş a hewayê, xerabûna keştiyê' dihate kirin, piştre jî hinceta 'cezayên dîsîplînê' hatin nîşandan. Van salên dawî êdî pêwîstiyê pê nabînin ku hincetekê jî nîşan bidin."

Ocalan nûnerê siyasî yê Kurd e

Demîr bi bîr xist ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye muxatabê siyasî û got, "Bi milyonan mirovên Kurd ew weke îradeya xwe ya siyasî ji cîhanê re ragihandin. Di rewşeke bi vî rengî de Birêz Abdullah Ocalan bû 'sembola cemaweriyê' ya gelê Kurd. Dewleta Tirk ev realîte berevajî kir, hiqûqa gerdûnî binpê kir û tecrîdeke li dijî mirovahiyê ferz kir. Têkiliya wî ya bi cîhana derve re bi temamî ji holê rakir. Li aliyê din çareseriya siyasî, aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd li aliyekî, dewleta Tirk giranî da ser şer û hilweşînê. Li Rojhilata Navîn û çar parçeyên kurdistanê şer û dagirkerî belav kir û gefê li aştiya cîhanê dixwe."

Şertên azadiyê hewce ne

Demîr got, "Pêvajoya dîrokî careke din nîşan daye ku çareseriya demokratîk a meseleya Kurd şert e" û wiha dewam kir, "Ev xusûs di berpirsyariya neteweyan û sîstema cîhanê de ye. Neheqiya ku beriya 100 salî hate kirin divê ji holê bê rakirin. Muxatabê çareseriya meseleyê jî bi navê gelê Kurd Birêz Ocalan e. Ji bo vê jî divê tecrîd bê rakirin û rewşeke azadiyê bê afirandin. Lewma çalakiyên ku li dijî tecrîdê têne kirin gelekî girîng in."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.