Gotin ji wateyê hatine dûr xistin

Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:50

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê tekildarî parvekirina kurtegirtekên hevdîtina bi Rêber APO re daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku gotinên Rêber APO ji wateyê hatine dûr xistin û divê girtekên hevdîtinê bi giştî bên parvekirin. Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî yên DEM Partî derbarê eşkerekirina Kurtegirtekên hevdîtina bi Rêber APO re daxuyaniyeke nivîskî dan û wiha hate gotin:“Em di destpêkê ve dibêjin ku hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re divê bi awayekî şefaf bê parvekirin. Zelalbûn xwedî derketina civakê jî zêde dike. Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê serekê yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e bi awayekî parçe parçe nêrînên wî yên hevdîtinê dayin û bi kêmasî û şîroveyên takekesî ragihandina nêrînên wî; beriya hertiştî rola birêz Ocalan a pêvajoyê teng dike û ji nîqaşan re vedike. Xetereyeke bi vî rengî derdixîne holê. Ev yek li dijî berpirsyariyên di vê pêvajoyê de hatine girtin, sozên hatine dayin û nêzîkbûna pêvajoyê ye. Weke DEM Partiyê me daxwaz kir ku hemû girtekên hevdîtinê ji raya giştî re bê parvekirin. Lê tevî israrên me jî Serokatiya Meclîsê şûna ku hemû girtekan parve bike kurt kir û bi şîroveyên takekesî pêşkeşî raya giştî û komîsyonê kir. Endama me ya çûbû Girava Îmraliyê tevlî vê metna ku hatiye amade kirin nebûye. Ev yek hem nirxandinên birêz Abdullah Ocalan bi giştî nade fêmkirin û ji wateya nirxandinê jî dûr dixîne û kêmasî di nav wê de hene. Her wiha rê li ber spekulasyonan jî vedike. Em vê nêzikatiya rê li ber nîqaşan vedike red dikin. Ji bo me ya esas ew e ku ji hemû alî û civakê re ji dilbûn û berpirsyarî tevgerîne û zimanekî bi vî rengî bi kar anîne. Em vê yekê diparêzin; gotinên birêz Ocalan nekin malzemeya hesabên navxweyî ya partiyan û gotinên wî bi awayekî zelal parve bikin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku girtekên hevdîtinê bêkêmanî ji raya giştî re bê parvekirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li benda şîroveyên takekesî, hesabên siyasî, hevokên ji wateya wan hatiye dûrxistin û rê li ber polemîkan neyê vekirin. Ev mijareke cîddî û dîrokî ye. Em ji bo li gor rastiya pêvajoyê ragihandineke zelal û giştî bê kirin israr dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.