• Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Ev xwedîderketin wê mirovahiyê hembêz bike. Hingî wê CPT jî helwesteke rast nîşan bide. DMME jî wê bi rola xwe rabe, yan jî rola xwe bi bîr bîne."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya Medya Haber TV bû û rojev nirxand. Hin beşên ji nirxandina Karasû bi vî rengî ne:"Li ser Rêbertî 9 sal in tecrîdeke tam heye. Hin caran hevdîtin bû, lê belê bi esasî 9 sal in tecrîdeke giran heye. Ya rast 25 sal in tecrîdeke girankirî tê ferzkirin. Demekê hevdîtin bi Rêbertî re dihate kirin. Dibe ku mîna danûstandinan bû, lê belê nêzîkatiyeke dewleta Tirk a ji bo danûstandinan tine bû. Ev yek eşkere bû. Em jî di nava wê pêvajoyê de bûn. Eger tecrîda li ser Rêbertî di vê astê de tê meşandin bêguman Ewropa jî ji vê yekê berpirsyar e. Ji xwe Rêbertî di hevdîtina destpêkê de gotibû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) berpirsyar e. Wan ev sîstem ava kirin. Ev sîstem di navbera Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Tirkiyeyê de hate avakirin. Ji ber ku Ewropa û DYE'yê Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin. Hewldaneke Tirkiyeyê ya ji bo dîlgirtina Rêber Apo nebû. Eger ne ji helwesta Yekîtiya Ewropayê bûya, ne ji helwesta DYE'yê bûya, tiştekî ku Tirkiye bikira tine bû. Ya rast endamên Parlamenta Ewropayê, endamên Parlamenta Yewnanistanê bang li Rêber Apo kiribûn. Rêber Apo jî bi nêzîkatiya, gelo dikarim li Ewropayê çareseriyeke siyasî peyda bikim, berê xwe da Yewnanistanê, piştre jî çû Îtalyayê. Xwest biçe Ewropayê, xwest li wir bimîne lê belê Ewropayê qebûl nekir. Qanûnên xwe jî bi cih neanîn. Darizandina Rêber Apo li Elmanyayê di rojevê de bû, lê doz jî nehate destpêkirin. Halbûkî diviyabû doz bihata destpêkirin. Daxwaza Rêber Apo ya penaberiya siyasî nehate qebûlkirin. 

CPT tengav bûye

CPT'ê daxuyanî da, ji xwe Omer Ocalan jî, parêzer jî çûn. CPT piştre zehmetî kişand, daxuyanî da. Her wiha hevpeyvînek jî kirin. Ev yek nîşan dide ku CPT zehmetiyan dikişîne. Gotin, 'Em nikarin daxuyaniyê bidin. Eger Tirkiye destûrê bide em dikarin daxuyaniyê bidin' yan jî 'Eger li Îmraliyê binpêkirina mafên mirovan hebe hingî DMME berpirsyar e'. Ev îzahat nîşan dide ku zehmetiyê dikişînin. Nêzîkatiya DMME'yê jî li gorî berjewendiyên dewletan e. Bi taybetî dema mijar dibe pirsgirêka Kurd berjewendiyên siyasî dikevin dewrê. Ji xwe nivîskarekî Ewropî demekê pirtûkeke bi navê 'Kurdên bê parêzer' nivîsandibû. Temam li hemberî CPT têkoşîna hiqûqê dikare bê meşandin, lê belê ji bo encam bê wergirtin xwedîderketina li Rêbertî hîn bêhtir girîng e. Divê em kampanya ji bo azadiya Rêbertî hîn mezin bikin. Naxwe tenê bi bangawaziyan, bi gotina 'hûn çima nakin' nabe. Eger gelekî teşhîr bibin, bigihêjin wê astê ku li sedema hebûna xwe bipirsin hingî wê helwesta wan jî cuda be. 

Jin xwedî li Rêbertiyê derdikevin

Xwedîderketineke gelekî mezin heye. Xwedîderketina li Rêbertî wê hîn mezin bibe. Divê mirov ji vê yekê bawer bike û bi pêş ve bibe. Jin ji xwe wê hîn bêhtir xwedî li Rêbertî derkevin. Ji ber ku jinên li tevahiya cîhanê vê yekê dibînin. Rêber Apo bi fikir, felsefe, teorî, nêzîkatiya xwe dîroka rast a jinan destnîşan dike. Sekna têkoşînê nîşan dide. Xeta azadiya jinê nîşan dide. Sîstema bi serweriya mêr teşhîr dike. Lewma jin wê hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin. Dikarim vê yekê bi hêsanî bibêjim. Rêberekî ku jin di vê astê de bi xurtî xwedî lê derdikeve, zehmet e ku li zindanê bê hiştin. Şikandina zexta li ser Rêbertî bi xwedîderketina jinan dibe. 

Xwedîderketin wê azadiyê bîne

Ev xwedîderketin wê tevahiya mirovahiyê hembêz bike. Hingî wê CPT jî helwesta rast nîşan bide. Û Rêber Apo jî bi têkoşîneke bi vî rengî wê azad bibe. Lewma di serî de Kurd divê hemû hêzên demokrasiyê xwedî li Rêbertî derkevin. Xwedîderketina li Rêbertî ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya hêzên demokrasiyê û tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku Rêbertî bi fikrên xwe xizmetê ji tevahiya mirovahiyê re dike, ji bo azadiya mirovahiyê û jiyana demokratîk kar dike, vê yekê bi jiyan û helwesta xwe nîşan dide. 

NAVENDA NÛÇEYAN