Em ê derfetên nû biafirînin

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 01:45

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ya ji aliyê dostên Kurdan ve hatî destpêkirin, ji ANF’ê re axivîn.

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku zêdeyî 3 sal in agahî ji Abdullah Ocalan û hevalên wî nayê wergirtin û got:“Di dema dawî de pirsgirêka herî girîng, rewşa Rêber Apo ye. Ji ber ku ew ne girtiyekî ji rêzê ye. Dijmin jî weke girtiyekî ji rêzê, nêzî wî nabe. 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. 3 sal û mehek in, agahî jê nayê wergirtin. Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ya ku 10’ê Cotmeha 2023’yan bi pêşengiya Rêber Apo û dostên gelê Kurd hatî destpêkirin, dewam dike. Ev ji bo me gelê Kurd pir girîng e. Vê kampanyayê qonaxeke girîng derbas kir. Ev kampanya derbasî qonaxa 2’yemîn bû. Ev rewşeke nû ye. Divê em jî xwedî li vê kampanyayê derbikevin, destpêkê tecrîdê bişikînin û piştre azadiya Rêber Apo û hevalên wî pêk bînin. Xwedî derketina li Rêber Apo, ji bo me wezîfeyeke siyasî, mirovî û exlaqî ye. Divê her kes xwedî li vê yekê derbikeve.”

Remzî Kartal jî diyar kir ku pêngav derbasî qonaxeke nû bûye û got:“Pêngava Azadiyê bi taybetî li qada navneteweyî bandoreke mezin afirand. Ev rewş bi taybetî di rojeva KNK’ê de ye. Lê ji bo me Tevgera Siyasî ya Kurd, bi taybetî li ser navê yên li dervey welêt dijîn, sala 2024’an hem ji bo azadiya Rêber Apo hem jî ji bo me saleke stratejîk e. Bi sûdwergirtina derfet û firsendên nû, em dikarin vê konsepta nû ya dewleta faşîst pûç bikin û dewletê mecbûrî Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Ji bo dewleta Tirk yek rê heye. Divê bi Rêber Apo re diyalogê pêş bixe û çareseriyê ji pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê re bibîne. Ji bo vê jî divê hemû gelê me, hemû pêkhateyên Siyaseta Azadiyê ya Kurd, partiyên siyasî, rewşenbîr bi taybetî jin û ciwan, qada çapemenî û dîplomasiyê, divê em bi dostên xwe yên navneteweyî re di sala 2024’an de li ser esasê azadiya Rêber Apo tevbigerin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.