CPT divê raporê aşkere bike

Sêşem 30 Nîsan 2024 - 00:12

  • Ji Bûroya Parîsê Parêzer Juan Prosper destnîşan kir tecrîda li ser Ocalan binpêkirina biryarên DMMEyê, diyar kir divê CPT rapora xwe ya têkilî serdana Imraliyê par ve bike û got divê hiqûqnas zextê li CPTyê bikin.

SERKAN DEMÎREL / ANF / BRÛKSEL

Tecrîdda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan didome. Xasma jî van 3 salên dawî bi rengî ti agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji Bûroya Parîsê Parêzer Juan Prosper tecrîda li Imraliyê ji alî hiqûqî ve û nêzîkayiya CPTyê li ya bara tecrîdê nirxand.

Parêzer Jûan Prosper ku yek ji beşdarên konferansa 11'ê Nîsanê ya li Parlamenta Ewropayê bû ku li ser tecrîda Îmraliyê hate lidarxistin, anî ziman ku armanca bingehîn a hiqûqnasan ew e ku balê bibin ser rewşa giştî û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li ser girtiyên siyasî.

Binpêkirina DMME’yê ye

Parêzer Prosper diyar kir  şert û mercên Abdullah Ocalan tê de ye li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û got, "Ji vê jî girîngtir, tevî ku ewqas dem di ser re derbas bûye CPT hîn jî pêşniyarên xwe yên têkildarî Îmraliyê ji raya giştî re eşkere nekiriye. Di rewşa heyî de têkildarî rewşa ragirtinê ya Abdullah Ocalan ti agahiya me nîne. Ev yek jî binpêkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî Ocalan e."

Divê rapora CPT were aşkerekirin

Parêzer Prosper destnîşan kir ji bo hînbûna rewşê gelekî girîng e ku rapora Îmraliyê ya dawî ya CPT bê eşkerekirin û wiha dewam kir, "Ji bo aktorên civaka sivîl zanibin bê li Îmraliyê çi diqewime, pêwîstiya me bi vê rapora CPT heye. Lewma gelekî girîng e ku ev rapor di demeke kurt de ji raya giştî re bê eşkerekirin."

Divê hiqûqnas zextê li CPT’ê bikin

Parêzer Prosper destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bê anîn û saziyên erkdar wezîfeya xwe bi cih bînin divê li her qadê ew têkoşînê dewam bikin û got, "Ji bo rayedarên Tirk hurmetê nîşanî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin û piştre jî çavdêrên serbixwe karibin şert û mercên Îmraliyê li cih kontrol bikin, divê em zextê bikin. Di heman demê de weke hiqûqnasan ji bo CPT rapora xwe ya têkildarî rewşa Abdullah Ocalan eşkere bike, zextê bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.