Mihrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî her sal tê li dar xistin îsal wê 1'ê sermawezê dest pê bike. Niha ji bo şandina berheman banga beşdariya ji bo mîhrîcanê hat kirin.
8'emîn Mihrîcana Wêjeyî ya Osman Sebrî ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê organîzekirin. Mihrîcan ji bo bîranîna Osman Sebrî û her wiha ji bo balê bikişîne ser berhemên nû tê li dar xistin.
Her du saziyan dest bi amadekariyê kirin û ji bo şandina berheman banga beşdariyê kirin.
Îsal şano li pêş e
Mîhrîcan her sal li ser beşeke wêjeyê disekine ku îsal li ser şanoyê disekine. Ji bo piştgiriya şanoya kurdî û xurtkirina rola wê ya di nav civakê de komîteya amadekar girîngî daye şanoyê û li benda nivîsên şanoyê ne. Endamê komîteya amadekar a mîhrîcanê Ebdulmecîd Xelef got; “Pêwîstiya me bi şanoyê heye. Ev huner dikare rewşê yan jî pirsgirêkekê ji kokê ve çareser bike. Peyamên mirovî, fikrî yên kûr radigihîne gelek beşên civakê.”
Şertên tevlîbûnê
Ji bo kesên berheman bişînin şert û merc bi vî awayî ne:
- Beşdarî tenê di warê nivîsên şanoyê de ye
- Nivîskar dikare tenê bi komeke nivîsên şanoyê tev li mîrhîcanê bibe
- Divê hejmara gotinên di nivîsê de di navbera 3 hezar û 13 hezar de be
- Divê temenê nivîskar temen bi ser 18'an re be.
- Zimanê beşdarî kurdî, erebî, suryanî ye.
- Berhemên bêne şandin divê li ciheke nehatibin weşandin an wergerandin.
- Yên bixwazin heta 1'ê kewçêra 2025'an divê berhemên xwe bigihînin ber destên amadekaran.
- Beşdar dikarin bi e-mailê yan jî bi rêya whatsaapê berhemên xwe bişînin:
E-mail: f.osmansebri20@gmail.com
whatsapp: 00963 937 465 219
ANHA