Sala 2023’yan wê ji gelek bûyeran re bibe dîrok. Heger em li beriya sed salî vegerin, ev yek wê baştir were fêmkirin. Di sala 1923'an de Peymana Lozanê hat îmzekirin. Bi wê peymanê re Kurdistan parçe kirin. Bi vî rengî Kurd kirin qurbanê berjewendiyên xwe. Yên ku ev peyman amade kirin, hêzên mêhtinger bûn. Bi peymanê re dest li statuya Kurdan werdan. Bi parçekirina Kurdistanê re dewletek ji Tirkan re ava kirin. Ew jî Komara Tirk bû. Yanî tinekirina Kurdan bi avakirina komara Tirk encam kirin. Dewleta Tirk li ser tinebûna Kurdan ava kirin. Bi vî rengî pêvajoya qirkirin û dagirkeriyê li Kurdistanê dest pê kir.
Hêzên mêhtinger, Kurd kirin girêkek ku meseleya wan neyê çareserkirin. Ev pêvajoya tinehesibandina Kurdan bi peymana Lozanê encam bû. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk ji peymanê nerazî ye. Dewleta Tirk dixwaze ku ew bajar û herêmên di destê Kurdan de jî radestî wê were kirin. Lewma jî ev sed sal in, şerê wê dike. Li dijî vê yekê jî Kurdan di nava sed salan de dehê caran serî hilda. Li Agirî, Dêrsim, Amed, Qoçgirî û heta gelek deverên din ên Kurdistanê serhildan çêbûn. Ji bo qirkirina Kurdan temam bikin, gelek komkujî hatin kirin. Kurd bi komî qetil kirin, revandin, êşkence kirin. Lê dîsa jî nekarîn Kurdan tine bikin. Li dijî ewqas komkujî û talanê, serhildana dawî ji aliyê PKK'ê hat destpêkirin. Ev serhildan û raperîn îro jî dewam dike.
Dewleta Tirk hebûna xwe di tinebûna Kurdan de dibîne. Ji bo hebûna Kurdan jî PKK 50 sal in têdikoşe. PKK'ê destûr neda ku Kurd werin tinekirin. Ji bo hebûna Kurdan misoger bike jî li qada navneteweyî û cîhanê, têkoşîneke bi heybet dimeşîne. Berxwedana ku PKK dimeşîne li dijî peymanên dagirkeriyê ye. Îro dîsa peyman li ser Kurdan tê girêdan. Ji bo ku dewleta Tirk hê bêhtir karibe cih û warê Kurdan dagir bike, pêşkêşî dewleta Tirk dikin. Îro yê ku serkêşiyê ji vê faşîzmê re dike, Erdogan e. Yê ku dixwaze pêşî li vê faşîzmê bigire jî PKK ye. Lê beriya Erdogan û beriya PKK'ê jî pirsgirêka qirkirina Kurdan hebû. Kurd ji ber hebûna xwe tên qetilkirin û qirkirin. PKK jî li dijî vê qirkirinê rabû û ev 50 sal in şerê wê dike.
Erdoganê ku karê qirkirinê xistine destê wî, îsal diçe hilbijartinê. Îsal di heman demê de sedsaliya avakirina komara Tirk e. Erdogan dixwaze di vê sedsalê de komara Tirk bi tinekirina Kurdan tacîdar bike. Dixwaze deverên nû dagir bike. Çavên wî li başûr û rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo vê yekê jî her carê gefan dixwe. Li Başûrê Kurdistanê têra xwe dagirkerî bi pêş xistiye û bi dehan qereqol ava kirine. PDK xistiye bin kontrola xwe û li gorî dilê xwe bi rê ve dibe. Lê mesele Rojava ye. Erdogan nikare têkeve Rojava û wê derê bi rê ve bibe. Lewma jî bi riya dagirkeriyê hewl dide planên xwe pêk bîne. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bo vê yekê dagir kir. Yê ku destûra vê dagirkeriyê dan jî hêzên mêhtinger bûn. Ew hêzên mêhtinger bûn ku peymana Lozanê amade kirin.
Di sedsala nû de Kurd bi hebûn û tinebûna xwe dikevin pêşbaziyekê. Li aliyekî hilbijartina Tirkiyê heye, li aliyê din sedsaliya peymana Lozanê. Heger Kurd hesabê vê yekê baş nekin, wê bi tinebûna xwe di dîrokê de werin bibîranîn. Îro hebûna Kurdan di xeterê de ye. Ev xeter, sed sal in dewam dike. Heger ne ji PKK'ê bûya wê beriya bi 50 salî Kurd bi temamî tine bûna. Lê bi saya PKK'ê 50 sal in Kurd hene û li ber xwe didin. PKK şerê sedsalê dike. Heta ku ev xeter neyê rakirin û bi dawî nebe jî PKK nasekine. PKK vî şerî li ser navê Kurdan dimeşîne. Ev şerê di navbera dagirkerî û azadiyê de ye. Heger Kurd dixwazin navê wan hebe û azad bijîn, divê beşdarî vî şerê sedsalê bibin. Ev şerê rûmetê ye ku PKK dimeşîne. Erdogan ji hêzên hegemon li benda destûrê ye ku karibe hê bêhtir Kurdan qir bike û bajarên wan dagir bike. Heta ku vê destûrê negire jî naçe hilbijartinê. Hilbijartina îsal wê bibe hilbijartina navbera faşîzm û azadiyê.
parvê bike
Nivîsên Aslan ASLAN
Zimanê me polîtîk e
11 gulanê
Şerê 14'ê Gulanê
4 gulanê
Bayê azadiyê
20 nîsanê
Wext nema!
13 nîsanê
Wê Erdogan çi bike ?
6 nîsanê
Pîvana ji bo namzetan
30 adarê
Peyama ji meydanên Newrozê
23 adarê
Meha Serhildanê
15 adarê