Serdanê ewlehiya Şengalê nîşan da

Duşem 20 Îlon 2021 - 02:48

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL

Rêveber û oldarên Şengalê diyar kirin ku serdana Babê Şêx ji bo Şengelê watedar e û ev serdan nîşan dide ku Şengal cihekî bi ewle ye.

Rêberê Ruhanî yê Êzîdiyan Ilyas Nasir piştî ku wek Babê Şêx hat hilbijartin ji bo cara yekê çû serdana Şengalê û bi gelek kesayetiyên Şengalê, serokeşîr û oldarên Êzîdiyan re hevdîtin kirin.

Rêveber û oldarên Şengalê serdana Babê Şêx bo Şengalê û hevdîtinên wî nirxandin. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Haşim Hecî got, "Heger Şengal bi ewle nebûya, kesekî weke Babê Şêx wê nikarîbaya serdana Şengalê bikira. Serdana Babê Şêx diyar dike ku rewşa Şengalê bi ewle ye. Em bi vê serdanê kêfxweş bûn."

Rêveberê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî got, "Serdana Babê Şêx ji bo Şengalê girîng e. Em bawer dikin ku bêyî cudahî wê serdana wî li Şengalê dewam bike. Em bi hatina wî kêyfxweş in."

Oldar Faxir Xelef jî got, "Serdana Babê Şêx ji bo çiyayê Şengalê pirr watedar e. Babê Şêx gelek pirskirêkên di nava gel de çareser kirin."

Yek Xizmetkarên Lalişa Nûranî, Merwan Elûbû ku li gel Babê Şêx serdana Şengalê kiriye, dibêje, "Serdana Babê Şêx ji bo nava Êzîdiyan her berdewam bûye. Em bi hêvî ne ku seredana Babê Şêx ji bo Şengalê encameke baş bide. Em hêvîdar in ku tevahiya aliyên siyasî yên li Şengalê bikin yek."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.