Şer sedem hilweşîn û encam e

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 03:15

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, şerê qirkirina Kurdan çavkaniya her cûre bêhiqûqî, bêedaletî û hilweşînê ye û destnîşan kir ku heta sedemên vê yekê ji holê neyên rakirin wê Tirkiye nekeve ser rêyeke rast.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat tecrîda li Îmraliyê, tevgerên dagirkeriyê ji Medya Haber TV re nirxand. Besê Hozat derbarê tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna li dijî wê wiha axivî:"Pêngava azadiyê ya navneteweyî ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê meşandin gihîştiye asteke gelekî girîng. Roj bi roj hîn bêhtir navneteweyî dibe. Lewma di asteke girîng de xwedîderketin heye. Gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, fîlozof ên di asta cîhanê de naskirî ne name ji CPT re şandin. Bi dehan kesayetên ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtine bi heman rengî name ji CPT re şandin. Li her derê bi xurtî parêznameyên Rêbertî têne xwendin û nîqaşkirin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî karekî bi vî rengî hate destpêkirin. Ev gelekî girîng e. Fêhmkirin û pejirandina nêrîn û paradîgmaya Rêbertî guhertinên gelekî cidî pêk tîne. Her ku Rêbertî tê fêhmkirin û pejirandin têkoşîna azadiyê jî mezin dibe. Lewma gihandina paradîgmaya Rêbertî li nava civakê û mirovahiyê gelekî girîng e. Di heman demê de karekî mirovahiyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya civakê û gelan e. Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk. Tê wateya azadiya Kurdistanê. Tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Tê wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Bi temamî ketine zikhev. Rêbertî kesayek bi tenê nîne! Rêbertî îradeya bi milyonan mirovî temsîl dike. Lewma pêşketineke biçûk a têkildarî Rêbertî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd tê wateya pêşketinekê. Hin hewldanên ji bo astengkirina vê hene. Di asta dewletên Ewropayê de têne kirin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî li nava civaka Ewropayê, bi giştî jî li nava gelan bandoreke gelekî cidî dike. Sîstema modernîteya kapîtalîst a global diyar e ku ji vê yekê bi fikar e. Têkoşîna li hemberî vê jî divê hîn bi xurtî bê meşandin. Bersiva herî bi wate ya li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî mezinkirin û belavkirina têkoşînê ye. Encamwergirtina ji têkoşînê ye. Ev yek gelekî girîng e.

Divê têkoşîn civakî be

Li zindanan ji xwe berxwedan bi xurtî dewam dike ku hîmekî bingehîn ê pêngavê ye. Bi rastî jî li zindanan berxwedaneke cihê rûmetê tê kirin. Her wiha malbatên girtiyan, gelê me di nava têkoşîneke xurt de ye. Bêguman ev têkoşîn divê hîn civakî bibe û bê xurtkirin. Di civakîkirinê de dem bi dem kêmasî rû didin. Divê em zû çareser bikin. Ev gelekî girîng e.

Gerîla ji xwe ji aliyê xwe ve pêngavê bi çalakiyên gelekî xurt, bi berxwedanê bi xurtî dimeşîne. Lê belê divê em lingê pêngavê yê civakî, bexwedana civakî hîn bêhtir xurt bikin. 

CPT û KE şirîkê qirkirinê ne

Divê mirov li têkiliyên CPT ên bi dewleta Tirk bipirsin. Ev têkiliyeke çawa ye ku hiqûqa navneteweyî ya ku wan bi xwe ava kirine binpê dikin, hiqûqa xwe jî binpê dikin. Hiqûqa navneteweyî binpê dikin. Ev têkiliyeke çawa ya qirêj e? Divê piştperdeya vê têkiliyê, naveroka wê baş bê fêhmkirin. CPT bi xwe bi eşkere dibêje; Ya li Îmraliyê sîstemeke tecrîdê ya êşkenceyê ye, îzolasyoneke mutleq e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di hevdîtinên heyetê yên bi Konseya Ewropayê re jî heman tiştî dibêjin. Û Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye. CPT ji xwe saziyek ser bi Konseya Ewropayê ve ye. Konseya Ewropayê organîzasyoneke siyasî ye. Xwedî taybetmendiyeke navneteweyî ye. Madem bi wî rengî ye, tu çima destûrê dide? Tu çima dibe şirîkê vê yekê? Kiryarên li Îmraliyê hemû polîtîkayên qirkirina Kurdan e. Navenda polîtîkayên qirkirina Kurdan polîtîkayên li ser Îmraliyê ne. Konseya Ewropayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê şirîkê vê ne. Di serî de Emerîka û Îngilistan ên ku komploya navneteweyî pêk anîn şirîkê vê ne. 

PDK’ê herêm pêşkêş kir

Li dijî şerê qirkirinê yê dewleta Tirk, gerîlayên azadiyê têkoşîneke bêeman dimeşînin. Di serî de gelê Kurd her kes rêveçûna vî şerî meraq dike. Di weşana medya AKP-MHP'ê de xuya ye berevajîkirina rewşê heye. Belê, şer bi berfirehî dewam dike. Êriş li Metîna, Rojavayê Zapê giran e. Bi zêdehî çekên kîmyewî têne bikaranîn. Dewleta Tirk her roj, her deqe, her saetê sûcê şer dike. Şer niha bi giranî li Rojavayê Zapê û Metînayê diqewime. Li Metînayê jî PDK'ê rê daye dewleta Tirk. Metîna û Zap bi temamî pêşkêşî dewleta Tirk kiriye. Dewleta Tirk niha li Metînayê parçe bi parçe, gav bi gav bi pêş diçe. Heval li hemberî vê yekê di asteke cidî de li ber xwe didin. Vê dema dawiyê çalakiyên zêde hene. Li Metînayê gelek kuştî dan. Hevalan li hemberî pêşveçûna dijmin dest bi pêvajoyeke xurt a çalakiyan kirin. Li Zapê jî rewş bi heman rengî ye. Li Qendîlê, Xakurkê, Behdînanê her roj balafirên şer bombardûmaneke giran dikin. Li Zapê, li Metînayê çikiyan e, nikarin bi pêş ve biçin. Niha dewlet, ev rejîm hildiweşe. Aboriya xwe hilweşiya ye, siyaseta xwe hilweşiya ye. Hêza xwe ya leşkerî, aborî nîne.  Eger Iraq piştgiriyê nede, pêşmerge bi temamî tevlî vî karî nebe nikare bi ser bixîne. Lewma hewl dide Iraqê tevlî bike. Hewl dide YNK'ê jî bîne ser xeta PDK'ê. Bi piştgiriya îstîxbaratê, lojîstîkê, rêçêkirinê ya PDK'ê hewl dide leşkeran bigihîne van deveran û parçe bi parçe êriş bike. Li her devera ku xwe digihîne hewl dide serwer bibe, li wir bi cih bibe. Di halê hazir de şerê ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin bi vî rengî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.