Gerîla ji hewa lêda 5 dagirker hatin kuştin

Sêşem 13 Tebax 2024 - 03:15

Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ên HPG'ê ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çalakiyên hewayî lidar xistin. Herî kêm 5 dagirker hatin kuştin, 13 jî birîndar bûn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hewayî yên Yekîneya Şehîd Dogan Zinar daxuyaniyek weşand. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê ya dîrokî ku bi pêşengiya fermandarê me yê nemir hevrê Egîd hate kirin, çalakiyên hewayî lidar xist. Artêşa Tirk a dagirker ku her roj ji bejahî derbê dixwe, bi pêngava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re ku teknîk xistiye xizmeta taktîkê, ji hewa jî derbê dixwe." Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên hewayî yên gerîla ev agahî hatin dayin:"Di navbera 1-11'ê Tebaxê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî li baregehên artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Li Girê FM, Girê Amediyê, Girê Bahar û Qada Berxwedanê ya Sergelê 8 caran ji hewayê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de, bi qasî ku me zelal kir; 5 dagirker hatin cezakirin, 13 dagirker birîndar bûn, 5 kon îmha bûn û derb li 3 çeperan hate xistin."

Dagirkerên hatin kuştin

Di dawiya daxuyaniyê de li ser nasnameya dagirkerên hatin cezakirin agahî hatin dayin:"Agahiyên nasnameyê yên beşek ji dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn, hate zelalkirin. Li gorî vê yekê; hate tespîtkirin ku çawişên pispor ên bi paye Umît Şahîn, Bakî Kalan û Ziyar Vûral, serdesteyên bi paye Halîl Îbrahîm Guvercîn, leşkerên kirêkirî Tolga Armût û Oktay Cengîz ya hatine cezakirin, yan jî hatine birîndarkirin. Dewleta Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet encamên van çalakiyên gerîla ku derbên giran li dagirkeran hate xistin bi ti awayî eşkere nekirin, mirî û birîndarên xwe veşartin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet çiqasî hewl bidin veşêrin jî wê ji derbên kuştinê yên hewayî û bejahî yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ku li ser şopa fermandar Egîd dimeşin, nefilitin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.