Bi Şamê re şerê me nîne

Sêşem 20 Tebax 2024 - 02:25

Alîkarê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber Hesen Koçer têkildarî êrîşên ku hêzên Şamê û çeteyên nêzî Îranê, rolê dewleta Tirk a di van êrîşan de û planên dewleta Tirk ên li ser herêmê, ji ANF’ê re axivî. Koçer ragihand ku du armancên esas ên êrîşan hene û wiha şîrove kir:’’Yek jê dixwazin tevlîhevî û bêaramiyê bixin nava Dêrazorê û tevahiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbikin. Dixwazin li Dêrazorê tevlîheviyê bidin destpêkirin û derbasî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Yek jî şerê Kurd û Ereb derxînin. Kesên ku di nava van êrişan de cihê xwe digirin çeteyên ku girêdayî hikumeta Şamê ne. 

QSD’ê bersiva pêwîst da

Bêguman Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk bersiva pêwîst dan. Gelê me yê Dêrazorê jî bersiva pêwîst da. Gelê me yê li herêmên din jî piştgiriya gelê Dêrazorê kirin. Helwestek hate nîşandan. Dema mirov vê şîrove bike; dewleta Tirk dixwaze vê êrişê dewam bike. Hedef tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e. Komkujiya ku li ser welatiyên Dêrazorê hate kirin, ispat dike ku ev hikumet ne di xizmeta gelê Sûriyeyê de ye. Xizmeta dewleta Tirk û hêzên derve dike ku tevlîhevî hîn bêhtir li Sûriyeyê destpê bike. 

Divê Kurd yek bin

Bêguman dewleta Tirk niha tifaqa xwe li gel Sûriyeyê, Iraqê dike. Armanc ji vê tifaqê tenê tiştek e. Destketiyên ku îro ketine destê gelên herêmê, wan destketiyan hemûyan tasfiye bike. Yekemîn dixwaze Kurdan tasfiye bike, duyemîn dixwaze gelên herêmê jî, projeyên wan, destketiyên wan tasfiye bike. Tifaqa bi Iraqê re kir jî bi heman armancê ye, ya niha li gel Sûriyeyê dixwaze bike jî bi heman rengî ye. Bi taybetî Kurd, divê yekîtiya Kurdan pêk bîne. Ji ber ku xeteriyeke pir cidî heye ku destketiyên li Başûrê Kurdistanê tasfiye bikin. Divê gelê Başûr vê fêhm bike. Bi taybetî ev êrişa li ser Dêrazorê hate kirin ji vê siyasetê qut nîne.Dixwazin şerekî di navbera Kurd û Ereban de bidin destpêkirin. Sekna gelê me, bi taybetî gelê me yê Ereb, bi rastî jî sekneke pîroz e. Gelê me yê Kurd jî rabû piştgiriya Dêrazorê kirin. Ev sekneke pîroz e, ev yek hevgirtina gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ispat dike.

Nikarin destketiyên me tine bikin

Ji ber vê yekê weke Rêveberiya Xweser, armanca me ya esasî parastina destketiyan e. Destektiyên ku me 11 salan bi dest xistine, wê kes nikaribe bi hêsanî ji destê me derxîne. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin, em ê hevgirtina xwe dewam bikin, tifaqa Kurd û Ereb divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Ev tifaqên ku dewletên Erebî bi dewleta Tirkiyeyê dikin êriş e li ser tifaqa Kurd û Ereb. Divê em vê rastiyê baş fêhmbikin û baş li ser bisekinin. Armanca me yekbûna erdê Sûriyeyê, çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê di nava xwe de ye. Armanca me ne ew e ku em şer bikin. Lê belê eger êriş li ser me çêbibe, bila kes loma neke em ê bersivê bidin, bersiveke hîn xurttir bidin. Dibe ku hinek dibêjin şer destpê kiriye, lê ne wisa ye. Êriş li ser me çêbibe, dîsa em ê bersivê bidin.”

ANF/ROJ DENÎZ-OMER HORO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.