Gerîla ji kokê radike

Çarşem 14 Tebax 2024 - 03:15

  • Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal bire ser êrişên dagirkeriyê û got: Gerîla duyemîn artêşa mezin a NATO'yê ji kokê ve rake, dewleta Tirk rastiyê vedişêre. 

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haber bû û li ser tecrîda li Îmraliyê û dagirkeriyê axivî. Besê Hozat derbarê tecrîda mitleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kirin û wiha got:’’Hin derdor jî radibin dibêjin Ocalan dikare malbata xwe bibîne, lê belê rêxistin destûrê nade. Propagandayên bi vî rengî belav dikin. Hin derdorên ku hevdîtinê bi wan re dikin van dibêjin. 'Ocalan çareseriyê dixwaze lê belê tevger çareseriyê naxwaze'. Xuya ye şerekî mezin ê taybet tê kirin. Niha rewşa ku li Îmraliyê diqewime komkujiyeke hiqûqê û mirovahiyê ye. Beriya demeke nêz civînek li Neteweyên Yekbûyî hebû. Gelek pirs ji heyeta Tirk hate pirsîn. Nekarîn rewşê îzah bikin. Niha em hîn baştir fêhm dikin, yanî çima cezayên dîsîplînê bi cih têne anîn? Ev yek polîtîkayek e. Derewan dike, hewl dide her kesî bixapîne. Bêguman kes bi vê naxape. Meha Îlonê civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heye. Xuya ye Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi amadekariyên gelekî cidî xwe ji civînê re amade dike. Konseya Ewropayê jî şirîkê vî sûcî ye. Komîteya Wezîran a Ewropayê jî şirîkê vî sûcî ye. CPT, DMME û dewleta Tirk şirîkê vî sûcî ne.  69 xelatgirên Nobelê name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re name nivîsandin. Name ji Erdogan re jî nivîsandin. Ji Konseya Ewropayê, ji gelek saziyan, ji saziyên navneteweyî re name nivîsandin. Ev yek nêzîkatiyeke gelekî hêja ye. Divê karên bi vî rengî dewam bikin. Rêber Apo bi navê nirxên mirovahiyê li wê derê li ber xwe dide. 

Rojhilata Navîn lewaz e

Hîmê Rojhilata Navîn ê vî karî kêm e. Bi taybetî li Rojhilata Navîn girîngiya vî karî niha hîn bêhtir tê fêhmkirin. Ji ber ku navenda Şerê Cîhanê yê 3'yemîn niha Rojhilata Navîn e. Niha Kurdistan bûye navenda qirkirinê. Dewleta Tirk polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Îsraîl li dijî Fîlîstîniyan polîtîkayeke qirkirinê ya metirsîdar dimeşîne. Lewma projeyên Rêber Apo, Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Projeya Sîstema Konfederal a Demokratîk bi rastî jî ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn projeyên bingehîn e. 

Artêşa Tirk tarûmar bûye

Hem ji aliyê taktîkê hem jî ji aliyê teknîkê ve artêşa Tirk duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ye. Artêşa gerîla, artêşa gel, artêşa jinê îro koka vê artêşa duyemîn a mezin a NATO'yê radike. Ji hev ketiye, tarûmar bûye. Bi rastî jî 4-5 sal in bi rengekî topyekûn bi her cûre teknîkê êriş dike. Bi her awayî hêza xwe bi kar tîne, her rêbaza qirêj bi kar tîne. Ji çekên kîmyewî heta bi her cûre çekên qedexekirî her rêbazê bi kar tîne, lê nikare encamê bi dest bixe. Êdî gerîla jî li gorî rastiya vê serdemê xwe modernîze kiriye, bi feraseta modernîteya demokratîk xwe ava kiriye, bûye xwedî taktîk, feraset û rêbazeke nû, ji aliyê teknolojiyê ve xwe xurt kiriye û vê yekê bi pêş ve dibe. Di dem û salên bê de bandora vê yekê wê li Bakurê Kurdistanê jî hîn bi xurtî bê dîtin.

PDK’ê Başûr firotiye

Niha li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Polîtîkaya dagirkerî û îlhaqkirinê ye. Rêveberiya Başûr jixwe di nava xiyanetê de ye, bi taybetî jî PDK. Divê gelê me, rêxistinên din ên li Başûr, YNK, Goran, rêxistinên Îslamî, gelek derdor, civak û eşîr ji bilî PDK’ê, vê rastiyê bibînin: Dewleta Tirk niha li Başûr jî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Siyaseta Mîsak-i Millî pêk tîne. Li ser Iraqê siyaseteke hegemonîk, emperyal dimeşîne. Her der ji aliyê artêşa Tirk ve tê şewitandin. Hemû gund bombebaran kirin. Armanc li Başûrê Kurdistanê valakirina 600-700 gundan e. Rez û baxçeyên gel tên şewitandin û bombekirin. Jixwe gel dibêje: Malên me, gundên me, rezên me, bexçeyên me tên şewitandin. Li vir PKK û gerîla nîne. Ev dewlet dijminê Kurdan e. Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk hatiye kirin yanî hatiye firotin. Rayedarên dewleta Tirk, rayedarên rejîma AKP-MHP'ê timî qala 40-45 kîlometreyî dikin. Di rastiyê de herêma ji Mûsilê wêdetir firotine dewleta Tirk. Hin agahî jî derbarê vê mijarê de tên. Lê pêkanînên heyî bi rastî jî vê agahiyê piştrast dikin. Ji ber ku stratejî ev e, stratejî teqez Mîsak-i Millî ye. Mûsil û Kerkûk jî di nav de armanc dagirkirin û îlhaqkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Ew jî ji bo pêkanîna hegemoniya li ser Iraqê ye. Bi gotineke din, armanc ew e ku tevahiya Iraqê di nava kefa destê xwe de bigire. Mînak me ji bo vê ‘rêya pêşketinê’ gotibû, ev projeya rêya dagirkerî ye. Ew gotinên me niha piştrast dibe. Bi hinceta vê rêyê, li her derê hêza leşkerî bi rêxistin dike. Hêzê dişîne her derê. Li her derê îstîxbaratê bi rêxistin dike. Kes dengê xwe jî dernaxe. Niha wan plansaziya 15’ê Tebaxê bi îhtimaleke mezin kirine an jî paşê kirine. Heyetek ji Iraqê jî wê biçe Tirkiyeyê. Dê hevdîtin bikin. Niha diyare wê bazariyên nû bikin, em ê di demeke kin de vê yekê binirxînin. Iraqê biryara girtina 3 partiyên siyasî da. Niha jî li her derê hêzên sînor seferber kiriye. Di nava fealiyetên pir provakatîf de tevdigerin. Êrîşên xwe zêde dike. 

Divê qiyamet rabibe

Mînak li Başûr nerazîbûn qels in. Ya ku niha tê kirin Enfal e. Berdewama Komkujiya Helepçeyê ye. Tiştê ku Saadam li Başûr kiriye niha Erdogan-Bahçelî dikin. Yanî mesele ne PKK an jî tiştekî din e. Mesele ew e ku vê statuya li Başûr bi temamî ji holê rakine. Başûr dagirkirin û îlheqkirine. Asîmîlasyoneke çandî, jixwe heye. Yanî tenê bi bikaranîna zimanê Kurdî re hûn nikarin pêşî li asîmîlasyonê bigirin. Bi rastî jî niha çanda Kurd û nirxên wê tê tinekirin. Bêhelwstiyeke bi vî rengî, bêdengiyeke bi vî rengî û bêhesasiyeteke bi vî rengî çawa dikare bê rave kirin! Gelo ev sekn, helwesta civakeke xwedî hest û refleksên welatparêziyê ye? Wisa nabe. Divê rewşenbîrên li Kurdistanê, Başûrê Kurdistan û Iraqê nerazîbûnên xwe bi awayekî xurt nîşan bidin. Di vê mijarê de, divê gelê me jî xwedî li xwe derkevin. Divê nirxên xwe, hebûn û azadiya xwe biparêzin. Pêwîste li hemberî vê yekê helwesteke gelekî xurt nîşan bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.