Divê girtiyên nexweş bên berdan
În 9 Gulan 2025 - 03:00
Serlêdana girtiyê bi navê Îbrahîm Tekîn ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye û ferzkirina "poşmaniyê"ê qebûl nekir, 11 mehan taloq kirin. Gulşen Tekîn wiha got:"Me amadekariyên berdana wî kirin. Lê belê xweziya me di qirika me de hiştin. Ên tên kirin bêwijdanî ne. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Şakranê ya li Alîaga ya Îzmîrê, berdana Îbrahîm Tekîn ê 67 salî 11 mehan taloq kir. Îbrahîm Tekîn ê di 2'yê Gulanê de derxistin pêşberî Lijneya Îdarî û Çavdêriyê, ferzkirina "poşmaniyê" qebûl nekir. Îbrahîm Tekîn ê ku guatr, nexweşîna bêhnstendinê û fitiq pê re hene, ji ber ku "poşmaniyê" qebûl nekir, berdana wî 11 mehan hat taloqkirin.
Rêzan Tekîn anî ziman ku bavê wî li girtîgehên Antalya, Îzmîr û Sêrtê girtî maye û 15 sal in di girtîgeha Îzmîrê de ye û wiha got: "30 sal in îşkence lê tê kirin. Bavê min ê ku tu tiştekî wî tune bû ket girtîgehê, niha nexweş e."
Rêzan Tekîn diyar kir ku dema li benda berdana wî bûne bi biryara taloqkirinê re rû bi rû mane û wiha got: "Em hemû li benda berdana wî bûn, 7 zarok û 15 neviyên wî. Me amadekariyên xwe kirin. Lê nehat berdan. Gava di girtîgehê de bû dayik, bav û xwişk û birayên wî jiyana xwe ji dest dan. Destûr nehat dayîn ku beşdarî merasîma cenazeyê wan bibe. Li girtîgehê nexweşîna wî girantir dibe. Demildest divê bê berdan. Ne tenê bavê min, divê hemû bên berdan."
Gulşen Tekîn jî xwest apê wê demildest bê berdan. Gulşen Tekîn bal kişand ku lijneyên Îdarî û Şopandinê biryarên derqanûnî didin û got: "Dema apê min ket girtîgehê îşkenceyên mezin lê hat kirin. Zêdeyî 30 sal in di girtîgehê de ye. Me amadekariyên berdana wî kirin. Lê belê xweziya me di qirika me de hiştin. Ên tên kirin bêwijdanî ne. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan."
MA / FETHÎ BALAMAN / ÊLIH