Hevdîtina Macron-Şara

În 9 Gulan 2025 - 03:20

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar a li gel Serokkomarê Şamê yê demkî Ahmed El Şara de diyar kir ku divê têkoşîna li dijî Hîzbûllahê were xurtkirin û nerzîbûn nîşanî êrîşên Îsraîlê da. Macron di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de got:’’Yek ji girîngtirîn perçeyeke hevkariya me, mezinkirin û sîstematîkkirina têkoşîna li dijî Hîzbûllahê, kêmkirina bandora Îran û wekîlên wê ya li herêmê û dabînkirina aramîya Sûriye û Lubnanê ye.’’

Emmanuel Macron beriya niha jî geşedanên erênî yên têkildarî têkoşîna li dijî tiryakê silav kiribû. Macron, bal kişand ser madeya hişbir captagonê û ev yek anîn ziman:’’Li gel welatên cîran, weke tê zanîn di hilberîna madeya captagonê de kêmbûneke cidî pêk hat ku ew yek ji fînansmana rejîmê ye. We jî bi kêmkirina hilberînê û têkoşîna li dijî vê belayê sozên xwe yên têkildarî vê mijarê bi cih anîn. Girêdayî vê yekê divê Sûriye li herêmê rola xwe tam bilîze û piştevaniya dabînkirina aramiyê bike.’’ Her wiha Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, bal kişand ser başbûna rewşa li sînorên Sûriye-Lubnanê jî û anî ziman ku bi pêşkêşkirina arşîv û tecrûbeyên xwe yên di vî warî de ew amade ye ku ji bo destpêkirina muzakereyên têkildarî diyarkirina sînorên hevpar ên di navbera Sûriye-Lubnanê de bibe alîkar.

Bi QSD’ê re hevkariyê bike

Macron hewlên welatê xwe ji bo xurtkirina hevkariya bi Sûriyeyê re di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, piştgiriya Sûriyeyiyan di îstîqrara welêt de û xurtkirina hêzên xwe li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ji bo piştgiriya wan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ragihand.

Macron got ku wî ji desthilata Şamê xwest ku hevkariyê bi QSD'ê re bike û bal kişand ser rola sereke ya QSD'ê di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de û got, "Hebûna DAIŞ'ê metirsiyê dide ewlekariya navneteweyî, ji ber wê jî pêdivî ye ku şerê li dijî wê bidome." Macron piştgiriya welatê xwe ji bo pêkanîna peymana di navbera QSD'ê û desthilata Şamê de nîşan da û spasiya fermandariya QSD'ê kir.

Divê berpirs bên darizandin

Macron di civîna çapemeniyê de ji Şara xwest ku “Ji bo parastina hemû Sûriyeyiyan, kok, ol, bawerî û nêrîna wan çi dibe bila bibe, her tişt bike.” Macron, destnîşan kir ku divê berpirsyarên êrîşên li dijî Durzî û Elewiyan bên darizandin û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku van sûcdaran ceza bike.

Emmanuel Macron, diyar kir ku eger HTŞ’ê ya ku ji meha Kanûnê ji dema têkçûna Beşar Esad û vir ve li Sûriyeyê desthilatdar e istîqrarê li welêt pêk bîne, wê cezayên aborî yên Ewropayê gav bi gav bên rakirin. Emmanuel Macron, diyar kir ku êrîşên Îsraîlê ya li ser Sûriyê "pratîkeke xirab" in û got wê "ewlekariya Îsraîlê" misoger neke. Macron got:"Dema ku mijar dibe bombebaran û êrîş, li gorî nêrîna min dibe pêkanînên xirab. Bi binpêkirina yekparçetiya axa cîranên xwe re hûn nikarin ewlekariya welatê xwe pêk bînin. Rêbaza ku îro tê bikaranîn ne ew rêbaz e ku dê ewlehiya demdirêj a Îsraîl û gelê wê pêk bîne. Rêya herî rast jî xurtkirina lihevkirinê ye.”

Şara jî got "Danûstandinên neyekser" bi Îsraîlê re "bi rêya navbeynkaran hene da ku rewşa heyî bixin bin kontrolê."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.