Bi çekên kîmyewî 2 gerîla şehîd bûn

Duşem 28 Nîsan 2025 - 03:00

Artêşa Tirk a dagirker 11'ê Nîsanê bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîş bir ser tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Di encama êrîşê de gerîla Besê û Mîtra şehîd bûn. Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin:"Weke ku raya giştî baş zane, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji 1'ê Adara 2025'an û pê ve di pozîsyona agirbestê de ne. Lê belê di êrîşkariya artêşa Tirk a dagirker de ti guhertin nîne. Bi êrîşên hewayî û bejahî re, bi taybetî dema dawî bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşên li ser tunel û çeperên me zêde kiriye. Artêşa Tirk a dagirker ku nikare îradeya hevrêyên me bişikîne ku li ser xeta fedaîtiyê li ber xwe didin, 11'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrîşeke giran bir ser tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û careke din sûcê li dijî mirovahiyê kir. Di encama van êrîşan de hevrêyên me Besê û Mîtra ku rê nedan dagirkeran û destan nivîsandin, şehîd bûn. Nemirên me bi jiyan, têkoşîn û berxwedana xwe têkneçûna sekna milîtaniya Apoyî nîşanî tevahiya cîhanê dan. Agahiyên berfireh ên nasnameya nemirên me wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin." HPG'ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên gerîla ya li hemberî van êrîşan ev agahî da:

Sûcên şer ên artêşa Tirk

24 û 26'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zazpê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên bi balafiran

24 û 25'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bajarê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Êrişên bi çekên giran û topan

Di navbera 24-25'ê Nîsanê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolanê û Sinînê 6 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Dêreşê, Girgaşê 117 caran, li Herêma Metînayê Bêşîlî, Şêlazê û Serê Metînayê 560 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 481 caran; bi giştî 1164 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Destwerdana gerîla

23'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê hêzên me yên YJA Starê dest li dagirkeran werdan ku hewl didan êrîşî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bikin.

25'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkerên êrîşkar û kepçeyên dagirkeran hate werdan ku êrîşî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.