Artêşa Tirk 1084 caran êriş kir
Şemî 3 Gulan 2025 - 03:15
Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer û 1076 caran jî bi çekên giran, top û obusan bombebaran kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
Sûcên şer ên artêşa Tirk
29'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrişên bi balafiran
28, 29 û 30'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 5 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
Êrişên bi çekên giran top û obusan
29, 30 û 1'ê Gulanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Lolan û Sinînê 42 caran, li Herêma garê qadên Girê Zengil, Girê Reşît, Zêvkê, Girgaşê, Spîndarê, Mijê, Dêreşê 90 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metînayê 417 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 527 caran; bi giştî 1076 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
29, 30 û 1'ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê bi kepçeyan êriş bir ser tunel û çeperên me.
Destwerdana hêzên me
29'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê bersiv ji dagirkeran re hate dayin ku bi droneya bombebarkirî êrişî tunelên me yên berxwedanê yên li Qada Sinînê dikirin û di encamê de droneya bombebarkirî hate îmhakirin.
29'ê Nîsanê 2 caran li Qada Berxwedanê ya Bazê ya Herêma Metînayê li dijî hedefên ku di pozîsyona êrîşê de hêzên me yên YJA Starê bi çekên nîv otomatîk û sekvaniyê destwerdan kirin. Di encama vê destwerdanê de derb li çeperekê hate xistin û sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin.
29'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li hemberî dagirkerên ku bi kepçeyan êrişî çeper û tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê dikirin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin û derb li kepçeyekê hate xistin.
30'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku banga teslîmiyetê dikirin û êrîşî çeper û tunelên me dikirin, bi rêbazeke taybet destwerdan hate kirin û derb li çeperekê hate xistin."
BEHDÎNAN