Dewleta Tirk baregehên nû ava dike
În 28 Adar 2025 - 03:25
QSD’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker li ser Girê Qereqozaqê, rojavayê çemê Firatê û başûrê rojhilatê Minbicê baregehên nû ava dike. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:
"Tevî hewldanên navneteweyî yên agirbestê li tevahiya Sûriyeyê, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirine. Bi armanca ku dagirkeriya xwe li Sûriyeyê berfireh dike, sûdê ji valahiya desthilatê û lawaziya Şamê digire û hewl dide li ser xaka Sûriyeyê baregehên leşkerî yên nû ava bike. Artêşa Tirk a dagirker bi şev û bi awayekî veşartî maşîne û pêdiviyên leşkerî tîne herêmên başûr û rojhilatê bajarê Minbicê û derdora Kobanê da ku baregehên nû li Girê Qereqozaqê, aliyê rojava yê çemê Firatê û gundê Hesen Axa yê li başûrê rojhilatê bajarê Minbic ava bikin. Tevî ku zêdetirî 200 baregeh û nuqteyên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker hene ku tê de bi deh hezaran leşker, alavên îstîxbaratî, radarên nûjen û tankên pêşketî û kamereyên çavdêriyê lê hene, lê dewleta dagirker di avakirina baregehên nû yên dagirkeriyê de rêbazên veşartî bi kar tîne û alên Tirk li ser wan baregehan bilind nake. Ji dîmenên ku dronan kişandine, baregehên ku artêşa Tirk a dagirker li erdîngariyeke berfireh ava dikin, dixuyin. Ji dîmenan, avakirina bircên çavdêriyê, çeperên tank û obîsan û baregehên leşkerî diyar dibin. Wêneyên ku hatine kişandin, piştrast dikin ku xebatên avakirinê li hin baregehan dewam dike û li hin baregehên din temam bûne. Dewleta Tirk van baregehan ji bo dagirkirina Sûriyeyê û êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Armanca ji tevgerên wê li herêmên nû, ew e ku derbasî kûrahiya Sûriyeyê bibe û zemîneke leşkerî ya dagirkirinê ya heya demeke dirêj li Sûriyeyê çêke."
NAVENDA NÛÇEYAN