Tirkiyeyê êriş zêde kir
Duşem 7 Nîsan 2025 - 03:05
Rojnamevan Hawrê Kawe û çalakvanê siyasî Hesen Marif bi lêv kirin ku Tirkiyeyê li hember banga Rêber Apo a "Aştî û Civaka Demokratîk" tu gav neavêtiye û gotin Tirkiyeyê êriş hîn zêde kiriye.
Di 27’ê Sibata 2025’an de, bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ji raya giştî re hat ragihandin. Di 1’ê Adarê jî PKK’ê jî di çarçoveya banga Rêber Apo de, agirbest ragihand. Lê heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve ne êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatine sekinandin, ne jî di çarçoveya banga Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ve gav hatine avêtin. Di vê derbarê de rojnamevan Hawrê Kawe û çalakvanê siyasî Hesen Marif li Silêmaniyê axivîn.
Çalakvanê siyasî Hesen Marif têkildarî banga sedsalê ya Rêber Apo wiha got; “Kodên gelek taybet di banga birêz Abdullah Ocalan de hene. Kesê ku ji tezên Rêber Apo fêm neke, nikare şîroveya wan kod û razên veşartî bike. Birêz Ocalan ragihand ku ‘em ne terorîst in û em şer naxwazin.”
Hesen Marif di dewamê de bal kişand ser wê yekê ku divê dewleta Tirk vê firsenda dîrokî ya ku ji aliyê Rêber Apo ve pêşkeşî wê hatiye kirin ji dest bernede û wiha got; “Divê dewleta Tirkiyeyê siyaseteke aqilane bimeşîne. Lê heta niha tu belge tune ne ku bersiva banga Birêz Ocalan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dayîn. Di heman demê de li hember bêdengbûna çekan, dewleta Tirk êrişên xwe li Başûr, Bakur û Rojavayê zêdetir kiriye.”
Rojnamevan Hawrê Kawa jî dîtinên xwe wiha parve kir; “Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye û nabe ji dest biçe. Çendîn sal in ku şerekî bê encam di navbera netewên Kurd û Tirk de berdewam e. Ev pêvajo wek pêvajoyeke çareseriyê hatiye pêş. Bêyî berdana Birêz Ocalan a ji girtîgehê, bi tu awayî ev pêvajo serkeftinê bi dest naxe. Lewra divê dewleta Tirkiyeyê mercên sereke bicîh bîne, wê demê dê pêvajoya aştiyê serkeftî be.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ