Mal bi mal banga Rêber APO vedibêje
În 9 Gulan 2025 - 03:25
Siyasetmedarên DBP û DEM Partiyî, li Şirnexê jî tax bi tax, gund bi gund digerin û hewl didin xwe bigihînin her kesî. Di serdanan de hem banga Rêber APO, hem jî kampanyaya HDK’ê ya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” tê vegotin.
6 Hezar îmze kom kir
Endamê Meclisa Partiyê DBP’ê Hikmet Duman diyar kir ku bi xebatên xwe re ew li dijî şer aştiyê birêxistin dikin û got:“Di vî şerî de me gelek kes winda kirin û bedeleke mezin da. Bandora şer li tevahiya civakê bû. Di çarçoveya kampanyaya HDK’ê de me li Şirnexê heta niha 6 hezar îmze kom kirine. Armanca kampanyayê milyonek îmze ye. Lê belê hedefa me ew e ku ji milyonekê zêdetir îmzeyan kom bikin. Taybetiya vê kampanyayê, civakîkirina aştiyê ye. Ev xebat, bangeke ji bo meclisê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bû. Ev îmzeyên dê ji Meclisê re bên şandin, ji bo aştiya welat girîng û watedar e.”
Banga dîrokî vedibêje
Duman, anî ziman ku ew kampanya û banga Rêber APO ji gel re vedibêjin û got:“Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, me xebatek danî pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de em diçin serdana gelê xwe û girîngî û wateya bangê vedibêjin. Em aştiyê ji gel re vedibêjin. Tiştên ji bo aştiyê pêwîst vedibêjin. Gelê Botanê, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bedelên giran da. Di her malbatê de hema hema 3 kesan canê xwe ji dest dane. Di esasê xwe de herêma herî zêde pêdiviya bi aştiyê heye ye. Lewma xwedî li kampanyaya îmzeyan derdikevin û cidî nêz dibin. Di vî şerî de zirar gihiştiye hemû gelên bindest ên Tirkiyeyê. Lewma aştî ji bo her kesî ya bi xêr e. Em banga xwedîderketina li aştiyê û pêvajoyê li gelên Tirkiyeyê dikin.”
MA/ZEYEP DURGUT