Konferans bingeha kongreya neteweyî ye

În 9 Gulan 2025 - 03:05

Hevserokên meclisan û rêveberên partiyên siyasî dan zanîn helwesta ku di konferansê de hate raberkirin di asteke pir baş de bû û gotin:"Ger partiyên me yên siyasî berjewendiyên xwe bidin aliyekî û di armanca azadkirina gelê Kurd de bibin yek wê gelekî baş bibe."

Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku di 26’ê Nîsanê de bi beşdariya zêdetirî 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûr, herêmên din ên Sûriyeyê û derveyî welat ku li Qamişloyê hatibû lidarxistin, di çapemeniya erebî û cîhanî de cih girt. 

Têkildarî konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Hevserokê Meclisa bajarê Hesekê Farûq Tozo, Hevseroka Meclisa Gelan a kantona Efrîn û Şehba Mûşîra Mele Reşîd û Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawud  axivîn.

Hevserokê Meclisa bajarê Hesekê Farûq Tozo anî ziman ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê Kurd mîna xewnekê bû, ango gihîştina merhaleyek nû bû ku hêviyên gelê Kurd pêk bîne.”

Faruq Tozo destnîşan kir ku ger encamên konferansê di pratîkê de bên pêkanîn, wê di asteke hîn mezintir de bandoreke hîn mezintir çêbike û got: “Helwesta ku di konferansê de hatî raberkirin di asteke pir baş de bû, lê niha tişta ku tê xwestin bicîhkirina encama konferansê ye. Lazim e hemû aliyên siyasî, civakî û gelê me yê welatparêz karibin biryaran li ser erdê pêk bînin da ku doza gelê Kurd li ber çavên cîhanê bi yek hezî nîşan bidin.”

Hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Efrîn -Şehbayê Mûşîra Mele Reşîd bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û got:anî ziman ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asta şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê wê bingehê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî xurt bike.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawud jî bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku ji bo yekitiyê gaveke dîrokî bû.

Ferhan Dawud da zanîn ku di encama hewldanê aliyên siyasî yên ku dixwestin yekitî pêk were de ev gav hatiye avêtin û got: "Lazim e hemû alî, aliyên xwe yên lawaz deynin aliyekî ji ber ku berê aliyên siyasî berjewendiyê xwe esas digirtin, êşa perçeyî jî gelê Kurd dikişand. Ger partiyên me yên siyasî berjewendiyên xwe bidin aliyekî û di armanca azadkirina gelê Kurd de bibin yek wê gelekî baş bibe."

ANHA/HESEKÊ/BAZ MORDEM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.