Tecrîd ji Îmraliyê berbelav bûye

Şemî 17 Tebax 2024 - 01:50

ROZA METÎNA / AMED

Parêzer û Hevseroka ÎHD'ê ya Şaxa Îzmîrê Zîlan Gumuş diyar kir li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê girtîgehan ji xwe re qanûn ava kirine, kirinên tecrîd û kêfiyet li girtîgehan berbelav bûne û got tecrîd ji Gîrtîgeha Îmraliyê berbelav girtîgehên din bûye.

Binpêkirina mafên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin. Gelek girtiyên nexweş nayên berdan û ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Ji aliyekî jî sepanên Lijneya Çavdêrî û Îdareyê yên li girtîgehan dewam dikin û her wiha dema lêgerînê li girtiyan ferz dikin ku xwe tazî bikin.

Parêzer û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Îzmîrê Zîlan Gumuş bal bire ser gavên kêfî yên li girtîgehan, xasma jî li girtiyên siyasî, diyar kir rêveberiyên girtîgehan ji xwe re zagon danîne, bi bîr xist li girtîgehahn li dijî çand û zimanê Kurdî çavnebariyeke bi çavsorî tê kirin li girtîgehan ku bi şertên dijwar têne rojevê, rewşa girtiyên jin hê dijwartir e.

Girtiyan bi hêviya mirinê ve dihêlin

Zîlan Gumuş bi domdarî diyar kir rêveberiya girtîgehan tu rêgezên navneteweyî yên di warê girtîgehan e bi cîh nînin û got, ‘’Derfetên ji bo tendirustiya girtiyan bi giştî pir sînordar in. Girtiyên nexweş bi xêra hevalên xwe yên di girtîgehê de heta derekê dikare li ser piyan bimînin. Lê belê bi avakirina girtîgehên ewlehiya wê bilind, bi xwesteka sîstema îzolasyonê êdî ev tişt jî ne pêkan e. Bi girtîgehên nû yên ava dikin dixwazin girtiyan bi temamî bi tenê bihêlin. Her wiha girtiyên nexweş bi hêviya mirinê ve dihêlin.’’

Tecrîd ji Îmraliyê dest pê kir

Zîlan Gumuş bi domdarî anî zimên tecrîd pêşî li Girtîgeha Îmraliyê hate ferzkirin û halê hazir li hemû girtîgehan berbelav bûye, binpêkirina mafan ên li girtîgehan  jî vê rewşê nîşan dide.

Lijneya Îdareyê bûye dadgeh

Gumuş bal bire ser Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehan ku mîna dadgehek be biryarê li ser girtiyan dide û got ev lijne, ‘’Bi biryarên xwe dixwaze vê beje; cezayên girtiyên siyasî girtine têrê nakê, em bixwazin em dikarin dîsa ceza bidin û heta em nexwazin kes nikare ji girtîgehan tehliye bibe. Gumuş wiha domand: Lijneya Çavdêrî û Îdareyê nikare bikeve dewsa darazê û nikare dewsa darazê biryarê bide. Em biryarên vê lijneyê qebûl nakin. Şewitandina înfazan tê maneya cezakirineke duyemîn. Li dijî van binpêkirina mafan divê hemû parêzvanên mafên mirovan bêdeng neminin."

Tazîkirin êşkence ye

Zîlan Gumuş herî dawî destnîşan kir ferzkirina tazîkirina girtiyan êşkenceyeke sîstematîk e, li dijî Rêgezên Nelson Mandela ye û ev ferzkrin ziyanê dide rewşa rihî ya mirovan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.