Ji Omer Ocalan serlêdan

Pêncşem 15 Tebax 2024 - 01:55

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da. 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê tecrîdkirin û 41 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê da. 

Di daxwaznameya Omer Ocalan de wiha hat gotin: "Em malbatê Ocalan agahî ji birêz Abdullah Ocalan nagirin, ku niha li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikar in. Ez biraziyê wî dixwazim di 16.08.2024’an de serdana birêz Abdullah Ocalan bikim. Ez dixwazim ji bo hevdîtin pêk were, tişta pêşwîst çi be were kirin.” 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.