Em ê bi berpirsên KE’yê re rûnin

Sêşem 20 Tebax 2024 - 02:55

  • Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan xemsariya CPT’yê û dirûtiya dewletên Ewropayê û NATO’yê ya li bara tecrîda li ser Rêber Ocalan bi bîr xist û got ew ê tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl nekin, ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan  ew ê bi rayedarên KE’yê re hev bibînin û her wiha tevlî Konferansa Platforma Aştî û Dadê bibin, li wir tecrîdê teşhîr bikin.

Çalakiyên bi mebesta ‘’Ji Ocalan re azadî’’ bi rengên cuda didoin. Li Ewropayê ev çalakî bi meş, mîtîng û panêlan didomin. Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan têkilî planên çalakiyê yên bi çarçoweya kampanya ‘’Ji Ocalan re azadî’’ axivî. Kaplan bi bîr xist ku kampanya 10’ê Cotmeha 2023’an li 74 navendan bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin û didome. Kaplan bi bîr xist ku vê pêvajoyê komîte hatine avakirin, nobet hatien girtin, panel û meş hatine lidarixistin û her wiha li ser paradigmaya Ocalan rojên xwendinê hatine çêkirin. 20 hezar îmzeyên ku hatine komkirin ji CPT’yê re hatine şandin. 

Armanc domdarkirina tecrîdê ye

Kaplan bal bire ser xemsariya CPT’yê, diyar kir ku CPT wê ti bersivek nedaye û got,CPT,’’ dema ku dor tê ser Ocalan, merciyên siyasî nîşan dide û hewl dide xwe ji nav vî karî xelas bike. 41 meh in ji Ocalan agahî nayên wergirtin hêj li benda xetereyeke çawa ne. Armanc ew e ku tecrîdê li demê belav bikin û bidomînin.”

Em ê bi tecrîdê bişkînin

 Kaplan diyar kir gelek dewletên NATO’yê yên bi ser Konseya Ewropayê ve ne parçeyek ji tecrîdê ne, dirûtiya dewletên Ewropayê yên li bara tecrîda li ser Rêber Ocalan destnîşan kir û got,’’Ev hêz bi mantiqeke ku bi rengekî radîkal di tecrîdê de israr dikin û vediguherînin tecrîdkirina mutleq tevdigerin. Ev qanûnên Ewropayê ku xwe bi hiqûqa mirovên demokratîk û azad pêşkêşî cîhanê dikin, dema mijar tecrîda li ser Rêbertiya me be nabînin û nabîhizin. Ne pêkane ku em vê qebûl bikin. Di vî warî de em armanc dikin ku hem bi kampanyayên îmzeyan û hem jî bi CPT, Mafê Mirovan a Ewropayê ya NY’yê û rêyên hiqûqî yên cuda tecrîdê bişkînin.” Kaplan, anî ziman ku ew ê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê kurd di rojên pêş de bi endamên Konseya Ewropayê re hevdîtinan bikin û got: “Em ê di dawiya meha tebaxê û destpêka meha îlonê de hevdîtinên xwe pêk bînin. Me heta niha hin welatên girîng hilbijartibû. Bi taybetî li cihên weke Fransa û Almanyayê xebatên me çêbûn. Lê komên welatên Ewropayê bi xwe hene, em pêş dibînin ku em ê bi van re yek bi yek hevdîtinan pêk bînin. Me daxwazên xwe  yên hevdîtinê ji komên Konseya Ewropayê re ragihandin. Bi siyasetmedar û parlamenterên girêdayî Konseyê re dê hevdîtinên me çêbin. Piştre em plan dikin ku nameyên vekirî ji rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên hiqûqî û rayedarên siyasî yên li Ewropayê re bişînin. Bêguman ev hemû hewldan dê yên jinan bin.”

Tevlî Platforma Aştî û Dadê dibin

Kaplan, bi lêv kir ku dê di 1’ê îlonê de li Ewropayê Konferansa Platforma Aştî û Edaletê pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê weke jinan tev li konferansê bibin û daxwazên me yên girîng dê çêbibin. Di konferansê de bi taybetî em ê tecrîdê û bandora şer a li ser jinan binirxînin. ‘’

Civînên bi saziyên jinan re

Kaplan agahî da ku ew ê bi gelek saziyên jinan re yên welatên Asya, Rojhilata Navîn û Ewropayê re bicivin û got,“Em ê bi rêxistinên jinan re li dora paradîgmaya Rêbertî li hev bicivin. Dîroka vê bernameyê hê zelal nebûye, dema zelal bibe em ê ragihînin. Em hewl didin gav bi gav wan bixin meriyetê. Em têkildarî vê plan dikin ku konferansan li dar bixin. Di van xebatên ku em bikin de bi taybetî dê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û şer, têkildarî aştiyeke çawa bê kirin, nîqaşan bikin.”

MA/ESRA SOLÎN DAL/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.