Serlêdanên têkilî tecrîdê girîng in
Şemî 17 Tebax 2024 - 01:55
- Sekretera Giştî ya OHD’ê Parêzer Ebrû Akkal diyar kir di rûniştina Îlonê de ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de tecrîda li ser Rêber Ocalan wê were rojevê û got serlêdanên ji alî civakên sivîl ve yên li komîteyê bêne kirin girîng in û xwest ku serlêdan werin domandin.
Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ebrû Akkal li ser serlêdana ku di 27'ê Tîrmehê de li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin, ya têkilî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan ku ev 41 meh in didome diyar kir ev serlêdan ‘’ji bo agahdarkirinê ye’’ û bi bîr xist ku bi rêxistinên civakî yên sivîl re sala 2021’an 2 serlêdan kiribûn û 27’ê Tîrmehê OHD’ê, ÇHD’ê, CISST, TOHAV Û THÎV’ê dîsa serlêdan kirine, ku ev serlêdan hem agahdarkirin û hem jî bersivek bû ji bo plana çalakiyê ya Tirkiyê re bû ku dabûne Sekreteriya Giştî ya Komîteya Wezîran.
Tirkiyê tiştek neguherand
Akkal destnîşan kir argumana wan a sereke bicihneanîna biryarên DMME’yê û kêfîyeta li ser berdana bişert a ‘mafê hêviyê’ ye û bi bîr xist ku Tirkiyê biryara li ser biryara Komîteya Wezîran û biryara DMME’yê ti guhertinên bingehîn nekiriye û pêşniyarên qanûnî yên ji bo bicihanîna cezayê girtîgehê yê miebetê ya girankirî nexistiye rojeva Meclîsê û nexist rojeva komîsyonan jî. Akkal got,’’ Her wiha hejmara mirovên li Tirkiyeyê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn ranegihand. Ji bo bicihanîna biryara li ser binpêkirina qedexeya êşkenceyê ya têkildarî koma Birêz Ocalan, Gurban, Boltan û Kaytan ti tedbîreke şexsî wernegirt; di vê mijarê de ti guhertin nekir.’’
Mafê hêviyê hate binpêkirin
Akkal her wiha got,’’Têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê li nava mewzûata qanûnî ya li Tirkiyeyê îstîsnaya bicihanînê nîne. Têkildarî dosya Birêz Ocalan û dosyayên koma Kaytan, Boltan, Gurban ji vê xala îstîsna nîne hikum hate dayin, lewma em dibêjin mafê hêviyê hate binpêkirin.’’
Îlonê wê bixe rojeva xwe
Parêzer Ebrû Akkal anî ziman Komîteya Wezîran wê di rûniştina meha Îlonê de dosyayên Ocalan û Kaytan, Gurban, Boltan bixe rojeva xwe, ev yek gelekî girîng e û got, "Beriya niha bi demeke nêz di rûniştineke Neteweyên Yekbûyî de jî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan yekser kete rojevê ku ji rayedarên Tirk yekser hate pirsîn.
Wê bandorê li dosyayan bike
Ji bo pirsa 'Gelo Komîteya Wezîran li hemberî Tirkiyeyê dikare biryareke çawa werbigire?' Ebrû Akkal got, "Dixwazim bendewariya me bibêjim; biryarên cuda yên DMME'yê hene ku bi cih nayên anîn. Hûn jî zanin, biryarên têkildarî Demîrtaş û Kavala. Beriya van, biryara destpêkê ya ku bi cih nayê anîn biryara Ocalan e. Lewma bi dîtina me ev pêvajoya kontrolê girîng e û wê bandorê li dosyayên pê re bike.
Divê serlêdan bidomin
Her wiha eger bi rêk û pêk bi cih neyê anîn, em li bendê ne ku Komîte mijarê bi rêk û pêk bixe rojeva xwe. Sekreterî nameya pêşniyarê ji Tirkiyeyê re binivîsîne. Li gorî me eger Komîte, Neteweyên Yekbûyî rewşa heyî di heman demê de bixin rojeva xwe, ev yek wê di asta navneteweyî de zextê li Tirkiyeyê bike. Ji ber vê jî saziyên civakî yên sivîl, saziyên pêwendîdar divê serlêdan û daxuyaniyên xwe yên li ser mijarê dewam bikin. Ev girîng e. Saziyên civakî yên sivîl ew sazî ne ku li Tirkiyeyê têne naskirin. Komîte jî Neteweyên Yekbûyî jî guh didin gotinên van saziyên civakî yên sivîl. Mijareke ku dikare bandorê li sedan, li hezaran mirovî bike. Ji ber vê jî divê serlêdanên di vê mijarê de dewam bikin."
ANF/MUHAMMET KAYA/BERLÎN