Derheqê girtiyê nexweş rapora sexte

Sêşem 20 Tebax 2024 - 02:05

Girtiyê nexweş Çetîn Tûtkûn ku 28 sal ceza lê hatiye birîn bi nameyekê aşkere kir Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê derheqê wî raporeke sexte hazir kiriye û ji bo girtiyê nexweş banga bihistyariyê li saziyên civaka sivîl û mafê mirovan kir.  

Çetîn Tûtkûn ê ku ji sala 2012’an ve girtî ye, li gel cezayê miebetê 28 sal û 6 meh cezayê hepse lê hatî birîn li gel gelek nexweşiyên xwe li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Tekîrdagê tê girtin. Bi Tûtkûn re nexweşiya sendroma lingên nearam, tîroîd, gastrît, ulser, apneya xewê, di lingên çepê û rastê, pelixîna rehikan heye. Tûtkûn di nameye xwe de ragihand ku 2 sal in rewşa wî ber bi nebaşiyê ve diçe, ji ber vê yekê bêyî daxwaza xwe ji aliyê îdareya girtîgehê ve sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Tûtûn di peyama xwe de diyar kir rapora ku li Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Îsmaîl Fehmî Cûmalioglû ya Tekîrdagê derheqê wî hatiye hazirkirin gotiye’’ti nexweşiyên wî nînin.’’

Tûtkûn di nameya xwe de got rapora ku hatiye amadekirin ‘sexte’ ye û got: ‘’Di 3 raporan de yên  ku beriya niha dane tevî hin nexweşiyên min hatibûn nivîsîn jî di rapora heyete de ya ku dawî hate dayîn qala van nexweşiyan nehate kirin. Ji ber vê yekê ev rapor sexte ye. Bi min ku ev rewşeke li ser girtiyên nexweş diqewime. Ji ber ku aşkere ye ku di demekî nêz de da min sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) bikin û ev rapor jî ji ber vê yekê hatiye amadekirin.”

Tûtkûn, bi bîr xist ku li ser Vedat Erkmen ê di dosyaya wî de girtî bû û di 20’ê kanûna 2021’an de bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da wê demê zext hebûn, destnîşan kir eynî zextan niha ew li ser xwe jî hîs dike û li ser zextên li ser girtiyên nexweş û bêdengiya saziyên dewletê yên li bara tehdeya ku wan tê kirin banga bihistiyariyê li saziyên mafê mirovan, saziyên civaka sivîl û civakê kir.

MA/OMER IBRAHÎMOGLU/TEKÎRDAG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.