Kurdî xeta me ya sor e

Sêşem 20 Tebax 2024 - 02:10

Sazî û dezgehên Kurdî ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdî li Cizîrê ya Şirnexê deklasyonek dabûn ragihandin ku Kurdî xeta wan a sor e û ji bo geşkirina Kurdî li Kurdistanê û Ewopayê ew ê saziyên zimên ava bikin û eniya Kurdî ji êrîşan biparêzin. 

Sazî û dezgehên ziman û çanda Kurdî yên li bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê li dijî polîtikayên pişaftinê û êrîşên dewleta Tirk û hewldana krîmînalîzekirina Kurdî, têkildarî xebatên ku wê werin kirin li navçeya Cizîrê ya Şirnexê deklerasyonek îlan kirin. Di deklerasyonê de hat destnîşankirin ku têkoşîn û parastina zimanê Kurdî dê bê berfirehkirin.

Wê saziyên Kurdî bêne avakirin

Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Dilbihar, derbarê deklerasyonê de anî ziman ku li ser ziman û nirxên neteweya Kurd êriş hene û armanca êrişan jî, ji holê rakirina ziman û nirxên netewa Kurd e. Dilbihar bi lêv kir li dijî êrişan bi armanca geşkirina têkoşîna zimanê Kurdî wan deklerasyonê ragihandiye. Dilbihar got,’’Kurdî xeta me ya sor e. Ji ber wê jî em ê ji bo zimanê Kurdî bibe xwedî statû em ê têkoşîna xwe xurt bikin. Her wiha ne tenê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li her derê ku Kurd lê dijîn, li bajarên Ewropa û deverên cihanê saziyên zimanê Kurdî bên ava kirin û hemû saziyên me jî divê di heman deme de bibin saziyeke zimanê Kurdî.”

Kurdî xeta netewebûnê ye 

Momesteya Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a Êlihê Şînda Ayazgul jî diyar kir ku deklerasyon wê ji êrişan re bibe bersiv û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî ziman û çanda Kurdî êrişên hovanê pêk hatin. Ziman xeta me ya netewbûne ye. Bi vê deklerasyonê mabesta me ew ê ku em di nava civak û saziyan de şiyarbûnekê ava bikin da ku li her qadê zimanê xwe bi kar bînin. ‘’ 

Dijî êrîşan têkoşîna Kurdî 

Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil bi lêv kir ku mabesta wan a sereke li her derê geşkirina têkoşîna zimanê Kurdî ye û wiha got: “Bi salan e li dijî zimanê Kurdî polîtikayên pişaftin û helandinê tên meşandin. Li dijî van polîtikayan jî têkoşînek heye. Di van demên dawî de jî asta êrişên li dijî zimanê Kurdî bilind bûye. Ji bo li dijî van êrişan jî ji bo em bi polîtikayeke hevpeş û plansazî tevbigerin, me ev deklerasyon ragihand. 

Em ê hişmendiya Kurdî çêbikin

Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Berivan Duman jî got,’’ Li her derê em ê hişmendiya zimanê Kurdî bi gelê xwe re ava bikin.  Rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feratê (Ferat-Der) a Semûrê Yusuf Bagirci jî destnîşan kir ku ji bo zimanê Kurdî di nava civakê de bêhtir belav bibe, ew ê xebatên xwe bidomînin.

MA/MAHMÛT ALTINTAŞ/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.