Ocalan rê nîşanî gelan dide

Sêşem 20 Tebax 2024 - 03:15

  • Ji edîtorên Radyo Onda d'Urto Michele Borra diyar kir, ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji têkoşeran re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, rê nîşanî wan dide û got: Bi weşanên xwe, em paradîgmaya Ocalan digihînin gelan.

Yek ji saziyên ku xwedî li paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê derdikeve û wan digihîne gelan, radyoya Onda d'Urto ya Îtalyayê ye. Radyo ji sala 1992'an û vir ve bi rengekî kevneşop li bajarê Brescia yê Îtalyayê bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê festîvaleke ji 18 rojan lidar dixe. Bi deh hezaran mirov tevlî festîvalê dibin û peyamên siyasî têne dayin. Du salên dawî jî bernameya rojekê ya festîvalê ji Rêber Abdullah Ocalan û Kurdistanê re tê veqetandin.

Kampanyayê digîhînin gelan

Li ser mijarê Michele Borra ku yek ji edîtorên Radyo Onda d'Urto ye axivî û anî ziman ku weke radyo demeke dirêj e ew piştgiriyê didin beşên cuda yên civakî ku têdikoşin û got:"Em têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd demeke dirêj e nas dikin û piştevaniya wan dikin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê me biryareke hevpar da û di encamê de jî van du salên dawî bi rengekî taybet tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bûn. Di vê çarçoveyê de weke radyo 2 sal in hem di weşanên xwe de hem jî di festîvalê de em piştgiriyê didin kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re û hewl didin kampanyayê bigihînin beşên berfireh ên civakî. Li gel vê yekê weke radyo hem ji Rojava hem jî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê em têkiliyê datînin. Weke radyo me heyet şand Rojava."

Fikrên Ocalan deng vedide

Borra destnîşan kir ku weke radyo ew girîngiyeke mezin didin fikrên Abdullah Ocalan û got:"Fikrên Ocalan li nava gelên Îtalyayê deng vedide. Fikrên Ocalan li nava civakê bi rengekî berfireh têne nîqaşkirin. Bi heman rengî civakek heye ku weke delege ji ber sedemên cuda diçin Kurdistanê û tên, fikrên Ocalan di pratîkê de nas dikin û piştî ku vedigerin hewl didin van fikran li vê derê jî bixin meriyetê."

Ocalan çavkaniya sûdwergirtinê ye

Borra diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan rê nîşanî wan û her beşên têkoşeran dide û got:"Bi taybetî dixwazim vê yekê bibêjim; paradîgmaya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo me çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya têkoşînê. Em analîzên Ocalan û nirxandinên wî bi fikrên xwe re didin ber hev. Weke çep a Îtalyayê em hewl didin fêhm bikin bê li ku derê şaşitiyê dikin û bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên gelê Kurd hewl didin kêmasiyên xwe çareser bikin. Yanî fikrên Ocalan ji bo çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya sûdwergirtinê."

Tecrîd teqez nayê qebûl kirin

Borra bal bire ser tecrîda ku Rêber Abdullah Ocalan di nav de ye û got:"Tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê teqez nayê qebûlkirin. Weke ku me di festîvalê de kir, em hewl didin şert û mercên ku Ocalan tê de ye bigihînin girseyên berfireh ji bo karibin tecrîdê bişikînin. Bi vî rengî em hewl didin bikin ku hikumeta Îtalyayê zextê li ser Tirkiyeyê bike û bikeve nava liv û tevgerê. Şikandina vê tecrîdê û xwegihandina girseyên berfireh ji bo misogerkirina azadiya Ocalan gelekî girîng e."

Radyo Onda d'Urto

Radyo salên 1980'î ji aliyê komeke ji xwendekaran a ji têkoşîna xwendekaran di sala 1985'an de li bajarê Brescia yê Îtalyayê ava bû, li gel weşangeriya xwe weke her wiha weke tevgereke civakî jî tê naskirin. Li cîhanekê ku medya ketiye destekî, ketiye bin xizmeta desthilatdarî û patronan, Radyo Onda d'Urto veguherî radyoyeke welê ku xwe bi rê ve dibe, fînanse dike û bû dengê têkoşeran. Radyo Onda d'Urto 39 sal in weşangeriyeke serbixwe û alternatîf dike. Radyo ji bo karibe xwe fînanse bike ji sala 1992'an û vir ve bi rengekî kevneşop her sal bi navê Radyo Onda d'Urto li bajarê Brescia yê Îtalyayê festîvaleke mezin a ji 18 rojan lidar dixe. Di festîvalê de ku vediguhere qadeke ji danasîna têkoşînên beşên cuda yên civakî û gelan û peyamên siyasî têne dayin, her sal bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê konserên mezin têne lidarxistin.

ANF/SERKAN DEMÎREL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.