Iraq ber bi tarîtiyê diçe

Sêşem 20 Tebax 2024 - 02:10

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî têkildarî biryara girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraqê ji ANF'ê re axivî. Hisên Hecî diyar kir ku rejîma AKP-MHP'ê û hikumeta navendî ya Iraqê ji aliyê ewlekarî, siyasî, bazirganî ve li hev kirine û got:"Bi nêrîna min, girtina wan partiyên siyasî ji serdana Erdogan ne qut e. Ev civak ev 10 sal in daxwaza mafê xwe dike. Ji aliyê ragihandinê, siyasî û li qada navneteweyî, di dîplomasiyê de, her wiha di hilbijartinan de pêşveçûn çêbûn. Wan dîtin ku PADÊ bi pêşve diçe, xwestin vê bidin sekinandin."

Partiya me ya şehîdan e

Hisên Hecî destnîşan kir ku li pişt biryara li dijî PADÊ armanceke siyasî heye û got:"Ev partî bi keda şehîdan, bi keda şehîd Seîd Hesen hatiye avakirin. Ji TEVDA'yê heta roja îro pêş ve çû û mezintir bû. Biryara girtina her sê partiyan li ser vê esasê hate girtin. Parlamenta Iraqê di bernameya xwe ya 3'ê Tebaxê de plan kiribû ku efûyek ji bo çeteyên DAÎŞ’ê derbixe, tevî ku destê wan di xwîna Iraqî û bi taybetî jî di xwîna Êzidiyan de heye. Civakek ku heta niha jî hiqûqa wan bi ser vê erdê nehatiye dayîn e, niha bûye hedefeke zextên siyasî."

Em ê doza heqê xwe bikin

Hisên Hecî got, "Dadgeha Iraqê dema biryara girtinê da, mafê îtîrazê jî da. Em jî ji bo îtirazê li biryarê bikin û nerazîbûna civaka xwe nîşan bidin di nava hewldanan de ne. Ka bila delîla nîşan bidin ka PADÊ çi karekî derhiquqî meşandiye. Çi metirsiya PADÊ îro li ser ewlekariya Iraqê heye. Dîsa çi eleqeya PADÊ bi dewletên derve re heye. Tiştekî bi vî awayî nikarin îspat bikin. PKK’ê hat û erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk anî. PKK sala 2018’an ji Şengalê bi amadebûna dewleta Iraqê derket. PKK li ser asta gelan û navneteweyî têkoşîna xwe didomîne. Em ê li gorî wan qanûnan doza heqê xwe bikin. Girtina van her sê partiyan ne li gorî berjewendiyên Iraqê ye, ev biryarên li gorî berjewendiyên dewleta Tirk in. Iraq bi girtina her sê partiyan li ser hesabê milletê Êzidî, xizmeta dijmin dike, bi vî şewazê Iraq ber bi rojevek tarî ve diçe."

ANF/ARGEŞ ŞENGALÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.