Rejîma tecrîdê têkilî pirsa Kurd e

Duşem 19 Tebax 2024 - 01:25

  • Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz diyar kir tecrîda ku li Îmraliyê li ser Rêber Ocalan hatiye danîn li hemû qadên jiyanê, li ser civakê berbelav bûye, êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî bi bîr xist û got tecrîda li ser Rêber Ocalan ji pirsa Kurd ne bêrî ye û got têkoşîna dijî tecrîdê peywira hemû gelan e.

Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz bal bire ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan û got,’’Aliyekî hiqûqî yê vê mijarê nîne. Lê belê ji aliyê hiqûqî ve jî mirov binirxîne wê bê dîtin ku binpêkirineke cidî heye, mafê hêviyê tine tê hesibandin. Aliyekî exlaqî yê mijarê jî heye; ji ber ku ev alî bi taybetî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Bi milyonan mirovî ji bo Birêz Ocalan gotin 'îradeya min e', ji xwe re Rêber qebûl qebûl dikin."

Krîzê girantir dikin

Sumeyye Boz diyar kir, ew bi zîhniyeteke bi wî rengî re rû bi rû ne ku pirsgirêka Kurd bêçareserî dihêle, di neçareserkirinê de israr dike û got, "Eger wê qala berjewendiyekê bê kirin ev yek jî berjewendiya wan bi xwe ye. Eger berjewendiyên gelan li ber çavan bigirtana li şûna girankirina krîza piralî ya ku gel di nav de ye wê ji bo çareseriyê gav biavêtibûna. Wê berê xwe bidabûna danûstandinên sala 2013'an.’’

Tecrîd li welêt berbelav bûye

Sumeyye Boz destnîşan bi domdarî got,’’Tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê destpê kiriye li hemû girtîgehan û tevahiya welêt berbelav bûye, lewma ji gelek aliyan ve bandorê li civakê dike. Ji aliyê civakî, aborî, ekolojîk û siyasetî ve bandorê li civakê dike. Ji aliyê civakî ve bandorê lê dike, ji ber ku jiyana bi hev re ya çand û gelan bi rêya vê polîtîkayê tê tinekirin yan jî civak li hemberî hev têne rakirin û şer tê kûrkirin. Têkiliya van aliyên ji hev cuda mixabin bi rêbazeke aştiyane pêk nayê. Êriş li ser çand, ziman û dîrokê tê kirin. Herî dawî ciwan ji ber govendê hatin binçavkirin û êşkence li wan hate kirin.’’

Kurdan ji nedîtî ve tên

Sumeyye Boz anî ziman ku şert û mercên tecrîdê her roj hîn giran dibin û got, "Dema ku mijar dibe Birêz Ocalan û Kurd, mijar dibe îradeya gelê Kurd, têkoşîna hebûnê, meseleya statuyê, têkoşîna nasname, çand û azadiyê ya gelê Kurd nêzîkatiyeke jinedîtî hatinê tê nîşandan. rejîma tecrîdê ji pirsgirêka Kurd cuda nîne. ‘’

Peywir dikeve ser hemû gelan

Sumeyye Boz destnîşan kir ku partiyên din ên siyasî jî parçeyek ji vê durûtiyê ye û got, "Ji bo dawî li vê rejîma tecrîdê bê anîn ne tenê siyasî, bi esasî divê gel bi rengekî topyekûn li ber rabe. Di beşeke ji axaftina xwe de min gotibû; tecrîd ne tenê li ser beşekê ye, li dijî tevahiya civakê ye, li hemberî gelên li Tirkiyeyê hemûyan e. Ji ber vê jî wezîfe ne tenê dikeve ser milê siyasiyan, wezîfe ya gelan hemûyan e."

ANF/MÛŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.