Şengal, Lozan û xefika Kurd

Nûçeyên Forum

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:50

  • Li Kurdistan û Rojhilata Navîn çilegerma havînê ye, ne tenê dinya germ e her wisa germahiya qada leşkeri û siyasî jî bilind bûye.

Li Kurdistan û Rojhilata Navîn çilegerma havînê ye, ne tenê dinya germ e her wisa germahiya qada leşkeri û siyasî jî bilind bûye. Herî dawî di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker gundê Perex ê Zaxoyê topbaran kir û ev komkujî bû rojeva cîhanê jî. Niha dewleta Tirk ji bo xwe ji vê komkujiyê safî bike, dibêje, “Ji me re xefik danîn.” Beguman, kes ji dewleta Tirk bawer nake, lê PDK careke din dixwaze ava zelal, şolî bike. Piştî êrişê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû Bexdayê û li ser navê dewleta Tirk ‘dîplomasî’ kir. Niha rayedarên PDK’ê û bi taybetî malbata Barzanî hewl didin gunehê vê komkujiyê bixin stûyê tevgera azadiyê jî.

Lê xuya ye li Iraqê merheleyeke nû ya siyasî û civakî dest pê kiriye, gelên Iraqê û pirraniya hêzên siyasî bang li dewleta Tirk dikin ku ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê derkeve. Di nîqaşên li Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, dagirkeriya dewleta Tirk a li Iraqê êdî tê nîqaşkirin, beguman ev rewşeke giring e û lazim e nebe qurbanê berjewendiyên siyasî. Tevgera azadiyê ev demeke dirêj e ku bal dibir ser siyaseta Mîsak-i Mîllî ya dewleta Tirk û projeya Osmaniya Nû. Êdî gelên Iraqê û hêzên siyasî zêdetir bi vê siyaseta dagirker dihisin û helwêstên xwe zelal dikin.

Jixwe, di demên dawî de dewleta Tirk li Mûsil, Başîka, Telaferê bi balefir û helîkopteran êrişî gelek cihan kir. Şengal jixwe rojane di bin van êrişên giran de ye. Şengal-Telafer-Başîka û Mûsil ji bo dewleta Tirk xeteke stratejîk e ku dixwaze bixe bin hikmê xwe. Em bînin bîra xwe, di 2014’an de jî DAIŞ’ê herî zêde êrişî vê xetê kiribû û komkujî kiribûn. Li vê xetê Êzîdî, Şîa, Tirkmen û gelê Ereb bi hev re dijîn. Êrişên li ser vê xetê nîşan didin ku dewleta Tirk dijminê van gel û baweriyan hemûyan e. Esas, siyaseta Iraqê heya êrîişa Zaxoyê li hemberî dewleta Tirk ranebû, lê gelên Iraqê êdî helwêst datînin û aktorên siyasî yên Iraqê jî vê rewşa nû dibinin û dengê xwe bilindtir dikin. 

Rêber Abdullah Ocalan, dema parçekirina Kurdistanê nirxand, ji bo pergala ku hatiye danîn got, “Xefika Kurd.” Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û bi taybetî Peymana Lozanê, ev 99 sal in ku ev xefik heye. Peymana Lozanê, esas fermana Kurdistanê bû. Lê niha bi nêzîkbûna salvegera 100´î ya vê peymanê, êdî ev xefik li ber belavbûnê ye.

Beriya bi çend rojan, di 24’ê Tîrmehê de nûnerên gelê Kurd li Lozanê, li salona ku peymana fermana Kudistanê lê hatibû morkirin kom bûn û mora vê fermanê şikandin. 99 sal berê rêxistin, sazî yan jî nûnerekî gelê Kurd nebû ku li dijî vê peymanê derkeve, lê niha bi sedan sazî, rêxistin, kesayet li wê salonê kom bûn û îradeya azad a Kurdistanê îlan kirin.

Dewleta Tirk a dagirker, bi piştgiriya hêzên navdewletî dixwaze careke din Lozanê nû bike, 100 salên din jî “xefika Kurd” dewam bike. Ji bo ev plan pûç bibe, lazim e dawî li dagirkeriya dewleta Tirk were anîn. Mesele ne ew e ku dewleta Sûriyê û dewleta Iraqê li dijî dagirkeriyê bisekinin, bêguman helwêsta van dewletan a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ne bêwate ye, lê em ji bîr nekin ku Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de hatiye parçekirin. Rast e, yê ku pêşengiya dagirkerî û qirkirina Kurdan dike, dewleta Tirk e. Lê dewletên din jî parçeyek ji vê pergalê ne. Bi Lozanê re Kurdistan di navbera van dewletan de hate parvekirin, ji ber vê rastiyê heger em ê li dijî Lozanê bisekinin û “xefika kurd” ji hev belav bikin, lazim e nihêrîna me jî têkoşîna me jî yekgirtî be. Heger ne wisa be, dewleta Tirk ji axa Sûriyê û Iraqê were derxistin jî, Lozan wê dewam bike. 

Gelê Kurd û tevgera azadiyê li dijî peyman û pergala dagirkeriyê ne, ew li dijî pergala netewe-dewletê ne jî ya ku Kurdistan kiriye 4 parçe. Li hemberî vê parçebûnê em jî nikarin parçe parçe bifikirin û têkoşînê bimeşînin. Yekîtî û tifaq bersiva dagirkerî û parçebûnê ne. Wek gotina dawî jî, hin kes û alî careke din mijara agirbest û çekberdanê dixwazin bixin rojeva gelê Kurd û tevgera azadiyê. Di salvegera 99´an a Peymana Lozanê de tişta herî xeter ev e.

Gelê Kurd û tevgera azadiyê şerê man û nemanê dimeşînin, heger tu bêjî şer neke, wekî ku tu bêjî “nemîne”. Heger bi zimanê gel em bêjin, li Kurdistanê zurîna gurran û ewte ewta kûçikan e, ma gelê Kurd çawa keviran girêbide!

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.